Gotina jinek gerok: Çem wê bê pasaport sînoran derbas bike

  • 09:48 18 Sibat 2018
  • Jiyan
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Eşe Gungor a li dijî cîhaneke  ku her kes hepsê mal û karê wan kirine, derket gera cîhanê û wiha got: “Çem bê pasaport behrê derbas dike. Divê mirov jî wek çeman bûna.”
 
Eşe Gungor a piştî zanîngeh qedand li şûna bibe memur, gerokbûn tercîh kir û  diyar dike ku ji bo sînorên ku mirovan asteng dike rabe divê ewil mirov sînoran tune bihesibîne. Eşe bi lêv kir ku ligel gelek welatên Balkan,  welatên Azerbaycan, Îran, Gurcîstan jî tê de 10 welat di 7 mehan de bi hevalên xwe re lê geriyaye û wiha got: “Çem bê pasaport sînoran derbas dike. Min hêvî dikir ku ez qasî çeman azad bim.  Ez cîhanek bê sînor xeyal dikim.”
 
‘Cihên kapîtalîzm lê tuneye, germahî heye’
 
Eşe di berdewamiyê de anî ziman ku wêne û kevirên ji cihên geriyane anîne difroşin û got ew bi otostopê digerin. Eşe ev tişt daxuyand: “Di roja me ya îro de hestên baweriyê yên mirovan li hember hev nemaye. Li cihên ku kapîtalîzm hîna bicih nebûna germahiya mirovan tê parastin. Min hestên bawerî û parvekirinê di çanda Rojhilat de zêdetir hîs kir lê mêvanperweriya li Tirkiyeyê ji rê derketiye.”
 
‘Ji bo pêşdaraz bişkê divê mirov bigerin’
 
Eşe di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez 40 rojî li Îranê mam. Di 7 mehan de bi min re guherînên mezin çêbûn. Ez derknetibama gerê ez ê biketama KPSS’ê. Ez ê bibûma memûr û biçûma kar û bihatama malê. Xwezî her kes bigeriya, ger pêşdarazan dişkîne. Hewl tê dayîn jin bên hepskirin. Divê jin bikevin her qada ku mêr dikevinê.”