Koçeran şikeftên quntarên Bagokê ji xwe re kirin war

  • 09:11 15 Sibat 2018
  • Jiyan
MÊRDÎN - Koçerên Mêrdînê yên vegeriyan Zozanên Feraşînê yên di sêgoşeya Şirnex, Colemêrg û Wanê de ne, mehên zivistanê jî li şikeftên quntarên çiyayê Bagokê dimînin. 
 
Koçerên Mêrdînê yên mehên havînê diçin Zozanên Feraşînê yên li sêgoşeya Şirnex, Colemêrg û Wanê ne, mehên zivistanê jî di şikeftên quntarên Bagokê de dijîn. Tevî zextên leşkerî û qedexeyên bi hinceta OHAL’ê, koçerên ji zozanan hatin derxistin, zivistanê vedigerin. Koçerên hatin şikeftên Çiyayê Bagokê, şikeft paqij kirin û lê bi cih bûne. 
 
Koçerên li şikeftên quntarên çiyayê li Mezraya Marîne ya girêdayê gundê Gîrmelî ye dimînin, şikeftên ku havînan hênik û zivistanan jî germ e bi kar tînin. Koçeran ji bo nanê xwe bipijirînin tenûrên xwe jî danîne. Havînê hênik, zivistanê germ e. Jina bi navê Sabahat Baykal diyar kir ku ew şikeftan paqij dikin û piştre lê bi cih dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dawiya van mehan de ji bo em biçin zozanan amadekariyan dikin. Ji bo em derkevin zozanan divê em zivistanê baş li sewalên xwe binêrin. Ji ber vê dema em ji zozanan dadikevin em tînin vir. Hundirê şikeftan havînê hênik zivistanê jî germ in. Ji ber vê em nexweş nakevin. Piştî em zivistanê li vir derbas dikin em diçin zozanan.
 
‘Em li şikeftan hemû hewcedariyên xwe dibînin’ 
 
Sabahatê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hem hewcedariyên xwe hem jî hewcedariyên sewalên xwe li vir peyda dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev şikef ji berê de hene. Mirov berê li van deran jiyane. Piştre gund ava kirine û çûne xaniyan. Me şikeft hinek kirin xanî hinek kir axur. Tenûrên me jî hene. Em ji nîmetên Bagokê wisa fêdeyê digirin. Zivistanê vir ne sar e. Ji ber vê ji bo me şans e. Tevî zextan em çiyayên xwe terk nakin.”