Şorba kevneşopiya sedsalî vê carê ji bo berxwedanê hat çêkirin

  • 09:02 13 Sibat 2018
  • Jiyan
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Gelê Uzundere yê li dijî şîrketa ku bîrên JES’ê vedikin çalakiya nobetê dan destpêkirin û bi serkeftinê encam bû, ‘Şorba Aralik’ ya kevneşopiya sedsalan a Elewiyên Tahtaci ye, vê carê ji bo berxwedanê çêkirin.
 
Li navçeya Karabaglar a Îzmîrê, li taxa Uzundere, ji aliyê Şîrketa Sanayî A.Ş û Îthalat, îxracat a Enerjî, Maden, Turîzm, Înşat, Termal Petrolê ve hat xestin ku du bîrên Santralên Enerjiyê ya Jeotermal (JES) bên vekirin. çalakiya şêniyên taxê ya li dijî vê di rojên borî de encam da. Gel li ser bîrên hatin vekirin nobet girtin û nehiştin maşîneyên kar bixebitin. Heta doz bi encam bibe xebatên sondaja bîrên JES’ê hatin sekinandin. Piştî berxwedana şêniyan taxê ku Elewiyên Tahtaci lê dijîn bi encam bû, şorba aydê baweriya Elewiyên Tahtaci ya bi navê ‘Şorba Aralik’ çêkirin. 
 
Ji her malbatê xurek tê komkirin û ev şorbe tê çêkirin. Şorbe li qada taxê tê çêkirin û her kes tasa xwe tîne û para xwe digirin. Gel diyar kir ku vê carê tehma berxwedanê jî li şorbê zêde bûye û peyama ‘Em bi tenê ne xurtin, lê dema em bên cem hev xurtin’ dan.
 
‘Me şorba dostaniyê çêkir’ 
 
Nîlgun Bal ya ev 48 sale li Uzundere dijî wiha got: “Aslan Petrolê xwest li gundê me bîrê vede. Me li dijî vê çalakî pêk anî. Me şorba xwe ya her sal çêdikir, îsal ji bo bibe mînaka piştevanî û yekitiyê çêkir. Me şorba dostaniyê çêkir. 
 
Piştevaniya 300 salî... 
 
Çîroka Şorba Aralik pir cudaye. Şorba Aralik xwedî kevneşopiyek 300 saliye. Xwe dispêre bûyereke der barê Kalekî Elewî yê bi navê Kalê Çaputçu. Bi sedan sal berê li gund birçîbûn tê jiyîn û gel birçî dimîne. Kalê çaputçu jî ji ber vê nexweş dikeve. Gelê gund xurekê ji malan komdikin, tînin şorbê çêdikin. Hem kalo û hem jî gelê gund ji şorbê şifayê dibînin.