Ne komir jehr e!

  • 09:36 7 Sibat 2018
  • Jiyan
WAN - Komira ji aliyê Midûriyeta Alîkariya Civakî ya Wanê ve tê belavkirin jehrê belav dike.  Tevî hişyariyên ku tenduristiya mirovan tehdîd dike jî belavkirina komirê didome. Hanîfe Irmak ya neçar dimîne vê komirê bikar bîne got: “Ez boriyên sobê mehê herî kêm çar caran paqij dikim. Lê em hêjî di bin bîhna komirê de dijîn.  Nîvê komira ku tê belavkirin kevir e.”
 
Li herêma Serhedê ji aliyê Midûriyeta Alîkariya Civakî ve ji bo malbatên xizan komir tê belavkirin û komira tê belavkirin jî jehrê belav dike. Ji ber jehra sobê mirin û birîndar jî çêdibin û her sal bi sedan kes ji ber vê nexweşdibin û bi dehan kes jî ji ber gaza karbonmonooksîtê jiyana xwe ji dest didin.
 
Tevî hişyariyên ku zirarê dide tenduristiya gel, welatî neçar dimîni komirê bikar bînin.  Welatiyan bertek nîşanê vê didin.  Hanîfe Irmak ya li taxa Yalimerez a taxa Îpekyola Wanê dijî, diyar kir ku hema hema her hefte toza komirê paqij dike.
 
Mehê çar caran boriyan paqij dike
 
Hanîfe diyar dike ku bi fiçeyek plastîk boriyên sobê paqij dike û got nîvê komira tê belavkirin jî kevire. Hanîfeyê ev tişt bi lêv kir: “Mehê herî kêm çar caran boriyan paqij dikim.  Seranserê zivistanê dîwar û perdeyên me dibin komir.  Qaşo bo alîkariyê didin me. Lê em jin dîsa qirêjiya wan paqij dikin.”