Erdhêj didome: Di konteyniran de têkoşîna jiyanê

  • 09:38 5 Sibat 2018
  • Jiyan
Hîkmet Tunç-Dîlan Babat
 
WAN - Piştî erdhêja Wanê welatiyên li konteyniran hatin bicihkirin nikarin mafên xwe yên jiyanê bi dest bixînin. Tevî ku di ser erdhêjê de 7 sal derbas bûye jî standartên jiyanê rast nebûne. Jinan diyar kirin ku tu kes ne mecbur be nikare li vir bijî û got ew dixwazin êdî rehet bikin.
 
Di ser erdhêja Wanê ya di 23’ê Cotmeh û 9’ê Mijdara 2011’an de pêk hat de 7 sal derbas bû. Welatiyên wê demê mexdur bûn hîna jî erdhêjê bi awayekî sîstematîk dijîn. Welatiyên li Bajarê Konteynir a Anadolu ya Artemîtê dijîn têkoşîna jiyanê didin û dibêjin ew dixwazin di şert û mercên mirovane de bijîn.
 
‘Nikarim xwarinê bikirim’
 
Gultanenê diyar kir ku ew li Tuşbayê li taxa Seyran Tepe di kirê de bûye û piştî erdhêjê li Malên Mevlana yên Heyva Sor daye maye û piştre bi talîmata AFAD’ê çûye Bajarê Konteynirê ya Anadolu. Gultenê anî ziman ku ne tenê erdhêjê tundiya mêr jî ew mexdur kiriye û got: “Hejvînê min ez piştî erdhêjê terk kirim. Ez bi sê zarokî re li vir mam. Têkoşîna jiyanê didim. Carna pere tune ez xwarinê bikirim.”
 
‘Em bi gelek nexweşiyan ketin’
 
Gultenê di berdewamiyê de wiha got: “Ez carna diçim paqijiya malan dikim. Ji bo mecbûrî kesî nebim vî karî dikim. Ez hemû debara xwe bi vî pereyî dikim. Hatinek min tune. Ger hebûna ez deqeyekê li vir nedimam. Em niha 12 malbat li vir in. Cihê van malbatan tune. Ji bo em ji vir derkevin av û ceyrana me birîn. Me bi jinan re têkoşîn da û me dîsa av û ceyran anî. Em li vir bi gelek nexweşiyan ketin.”
 
‘Ji erdhêjê xilas bûn lê…’
 
Jina bi navê Saadest Oklu jî dibêje li vê derê du zarokên xwe wenda kiriye û got: “Zarokekî min li derve wesayîtê lêxist û mir. Yê din jî ji ber nexweşiyê mir. Min zarokên xwe di erdhêjê de xilas kir lê li vir wenda kir. Piştî zarokên xwe min demek dirêj dermankirina psîkolojîk dît. Konteynir gelek kevn bûne. Em jî mirov in. Em jî dixwazin rehetiyê bibînin.”