Serkeftina Suphiyeyê astengiya nas nake

  • 09:20 2 Sibat 2018
  • Jiyan
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Suphiye Mutlu ji sedî 90 astengdar e, diyar dike ku serkeftin astengiyan nas nake û heta niha du pirtûk nivîsiye. Dayika wê Zehra jî ku bi her awayî piştgirî da keça xwe got: “Min bi keça xwe re têkoşîn hîn kir. Min bi wê re serkeftin hîn kir.”
 
Suphiye Mutlu jineke ji sedî 90 astendar e. Vê astendgariya xwe di jiyanê de wek astengî nabîne û di du salan de du pirtûk nivîsî. Navên pirtûkên wê ‘Di dil de hezkirin hebe, di beden de astengî tune’ û ‘Hişê min, dilê min û ez’ e. Ya herî zêde piştgirî da Suphiyeyê jî dayika wê Zehra bû. Zehra diyar dike ku divê li welat ji bo astengdaran zêdetir qad bê vekirin û bi awayekî rehettir bijîn.
 
Zehrayê her wiha daxuyakirin ku Suphiyeyê tu carî xwe nedaye alî û got: “Ez ligel wê bûm. Min bi wê re têkoşîn da. Min serkeftin, têkoşîn ji wê hîn kir.”
 
‘Kedek mezin heye’
 
Suphiye ji ber baş nikare biaxive, tîpan pir bêdeng dibêje û hêdî hêdî dibêje.  Zehrayê ji ber vê  her tîpa ku Suphiyeyê vedigot, fêm dikir û yek bi yek daniye cem hev û hevok ava kiriye. Zehra diyar dike ku di her du pirtûkan de gelek ked heye û ji ber vê pir nirxê dide pirtûkên xwe.