Pîra Zeytûnê li bende piştevaniyê ye

  • 09:16 1 Sibat 2018
  • Jiyan
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Zeytîn Ozlu ya 80 salî ku ji ber polîtîkayên dewletê ji Amedê koçî Kuçuk Dîkîlî ya Seyhan a Edeneyê kir ji ber rewşa aborî têkoşîna jiyanê dide.  Zeytîn a ku di bin şert û mercên giran de dijî li bende piştevaniyê ye.
 
Zeytîn Ozlu ya 80 salî di salên 1980’ê de ji ber polîtîkayên dewletê ji Amedê koçî Kuçuk Dîkîlî ya Seyhan a Edeneyê kir ji ber rewşa aborî têkoşîna jiyanê dide.  Piştî kurê wê û neviyê wê dikeve girtîgehê jiyana wê ya zehmet, hêj bêhtir zehmet dibe û bi alîkariya kesên pazara taxê li ser piya disekine.  Zeytûnê bi lêv kir ku vê mehê kirê nede wê ji malê bê avêtin.
 
‘Ez rojên zehmet derbas dikim’
 
Zeytûnê bi lêv kir ku tenê odeyek wê heye û pereyê ku wê odeyê germ bike jî tune û got: “Kurek û neviyekî min hebû. Lê niha her du jî di girtîgehê de ne. Pereyê min ê sê mehan heye. Ji bilî wê tiştek tune.  Dem bi dem ez nikarim xwarinê jî bibînim. Ez bi alîkariya cîran, bazarvan û esnafan dijîm. Bi rastî rojên zehmet dijîm. Êzingek tune ez bişewitînim.”
 
Tenduristiya min ne baş e
 
Zeytûnê daxuyakirin ku rewşa tenduristiya wê jî ne baş e û nikare kirê ya mala xwe bide û got ger ew li axa xwe bijiya wê wisa zehmetî nekişandiba.