‘Em ji şer reviyan lê em li dijî birçîbûnê têdikoşin’

  • 09:06 31 Çile 2018
  • Jiyan
Hîkmet Tunç-Dîlan Babat
 
WAN - Êrîşên li dijî Efrînê berdewam dikin û piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, penaberên hatin Tirkiyeyê di bin şert û mercên bê ewle de dijîn.  Zeynep a Sûriyeyî ku li dijî cudatî û xizaniyê têdikoşe diyar dike ku ji şer reviyane lê li vir jî li dijî nexweş û birçîbûnê têdikoşin.
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê berdewam dikin û her wiha penaberên Sûriyeyê yên ji ber şer neçar man li Tirkiyeyê bicih bibin jî hewl didin li ser piyan bimînin.
 
Em dibin mîvanên welatiyên Sûriyeyê ku 6 sal berê hatin Wanê.  Di mala wan de sehpayek kevn û sobeyek sac heye.
 
‘Tu ewlehiya me tune’
 
Zeynep Mihemed nêzî 30 salî ye û zarokên wê li dora sobê kom bûne.  Zeynep diyar dike ku piştî êrîşên DAÎŞ’ê ji Sûriyeyê koç kirine. Zeynepê bi lêv kir ku ev 3 sal in li Wanê dijîn. Yên Zeynebê 5 û yên xwişka wê jî 4 zarokên wê hene. Zeynep wiha dibêje: “Em li vir dijî lê li dijî nexweşî û birçîbûnê em têdikoşin. Li derve jî me cuda dibînin. Tu ewlehiya me tune.”
 
‘Em dixwazin xwe aydê cihekî bibînin’
 
Zeynebê wiha got: “Em mehê 400 lîra kirê didin. Hevjînê min li kahweyekê bi 25 lîra dixebite.  Em kaseyên li ser çopê kom dikin û tînin dikin sobê.  Em bi pereyê hevjînê min debara xwe dikin. Em 12 kes li odeyekê li ser betaniyan xwe germ dikin. Zarokên me birçîne. Em ji şer reviyan û li vir jî em têkoşîna jiyanê didin.”