Yekane xeyala wê bi pezê xwe re vegere gund

  • 09:40 21 Çile 2018
  • Jiyan
Hîkmet Tunç-Dîlan Babat
 
WAN - Sabîha Gencer ku yekane xeyala wê eve vegere gundê xwe, neçare pezê xwe li şûna zozanan li navbera taxan biçêrîne.  Sabîhayê diyar kir ku pezê wê tinebe ew ê bimre û got: “Ger dewletê gund vala nekiribûna em ê hîna li gundê xwe bûna.”
 
Sabîha Gencer a 58 salî ya 30 sal berê ji ber polîtîkayên koçberiyê koçî taxa Suphan a Artemîta Wanê kir, niha hewl dide pezê xwe bide çêrandin. Sabîha bi gopalê xwe li taxê pezê xwe diçêrîne.  Sabîha diyar dike ku ti hêz nekare wê ji hezkirina pezê wê bike û got: “Bi salane ez ji ser axa xwe hatime koçberkirin. Lê her bihar ez berê xwe didim  gundê xwe.”
 
Sabîhayê wiha berdewam kir: “Berê me du axir tije pez dikir. Lê niha 40 pezê min maye. Beşek ji wan dema me koç kir telef bû. Hinek jî ji ber pirsgirêkên aborî me firotin. Pezê min tinebe ez nekarim bijîm.  Min xwe dîtiye nedîtiye ez di nav pez de me. Yekane çavkaniya debara gund pez bû. Min bi saya pez debaraa "13 kesî kir.”
 
Sabîhayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku ji ber aboriyê nikare ji pez re êm jî bigire û got ku ew  ji ber vê pezê xwe  li taxê digerîne.
 
Dixwaze vegere gundê xwe
 
Sabîhayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku yekane xeyala wê ew e ku vegere gundê xwe û li wir bijî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger gund nehatiba valakirin em ê hîna li wir bûna. Di navbera gund û taxê de gelek cudahî heye. Li gund mêrgên me pir bûn. Em hewceyê nebûn.  Me şîr, penîr, goş û mast ji pezê xwe digirt.  Hêviya min eve ku ev şer bidawî be û vegerim gundê xwe.”