Îde ya 90 sale bê nasname dijî, hewl dide hebûna xwe îspat bike

  • 09:02 15 Çile 2018
  • Jiyan
Hîkmet Tunç
 
WAN - Îde Erol ya li navçeya Artemît a Wanê dijî, ji ber nasnameya wê tine ev 90 sale nikare ispat bike ku ji Tirkiyeyê ye.  Dayika Îde ya ev 3 sale felç bûye, ji ber nasnameya wê tine, nikar biçe nexweşxaneyê.
 
Îde Erol ya 90 salî ku li taxa Suphan a Artemît a Wanê dijî, ji ber nikare îspat bike ji Tirkiyeyê ye ev 90 sale bê nasname dijî. Îde ku demek dirêj hewce bi nasnameyê nedît, dema pirsgirêkên wê yên tenduristiyê dest pê dikin, bi mexduriyetek mezin re tê rû hev. Îde ku ev 11 sale di nav nivînan de ye, ji ber nasnameya wê tine, ji nexweşxanê vedigere. Ji ber ewlehiya wê ya tenduristiyê jî tine bê senet tê îmzekirin, piştre tê dermankirin lê ji ber lêçûnên nexweşxaneyê û dermanan nikare deynê xwe jî bide.
 
Bûka Îdeyê, Meryem Erolê wiha got: “Dê û bavê dayika Îde li Şaxê tên dinê û dimrin. Dayika Îde di temenê biçûk de bi xizmê xwe re hatiye zewicandin. Piştre hevjînê wê bi jinek din re dizewice. Îde hevjîna ewile, lê mehra fermî ji bo jina duyem dibire.  Hemû zarok jî li ser hevjîna biçûkin.  Heta tenduristiya Îdeyê xera nebibû, neçû  saziyên dewletê. Hewcedarî bi nasnameyê nedît. Lê ev sê sale ji ber nexweşiyê hewcedarî pê heye.”
 
‘Rewşa me ya aborî ne başe’
 
Meryemê diyar kir ku di xaniyekî du ode yê hîna şopa erdhêja Wanê li ser bûye dijiya lê piştî hevjînê wê dimre li cem kurê xwe dimîne û got: “Her ku temenê wê pêş ket, pirsgirêkên tenduristiyê jî derketin. Hevjînê min jî rojekê dixebite rojekê naxebite. Gelek caran pere jî qezenc nake. Rewşa me ya borî ne başe. Çar zarokên min hene. Em nekarin hewcedariya dibistana zarokan jî peyda bikin.”
 
‘ji bo derman neqede em sê roja carê didinê’
 
Meryemê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji ber nexweşiya dayika Îde divê xwarinên li gorî wê bê dayîn û ev jî tenê 800 TL digire û got: “Ji bo dermanên tansiyonê neqede, dermanê divê her roj bidimê sê rojan carê didimê. Ji ber felce nekare tiştekî bike. Nekare biçe tuwaletê. Ez binê wê girê didim.  Doktor dibêjin divê cihê wê paqij be. Bi kesî re neyê cem hev. Lê derfetê me yê em vê bikin tine. Ji ber me îspat nekir welatiya Tirkiyeyê ye, nasname derneket. Midûriyeta nifûsê ya vir got Îde ji Iraqê ye. Hevjînê min çû Iraqê.  Iraqê jî qebûl nekir. Em mexduriyetek mezin dijîn. Em alîkariya welatî û rayedaran dipên.”