Strana Meralê ya ku tarîtî bi ‘Karakizê’ parçe kir

  • 09:30 12 Çile 2018
  • Jiyan
Zulal Koçer
 
STENBOL - Meral Tan di 17 saliya xwe de bi zorê hat zewicandin û 18 salan ji aliyê mêrê pê re hat zewicandin şîdet dît. Meral Tan diyar dike ku bi saza xwe Karakiz ji wê dojehê derketiye û wiha got: “Saza min ji bo min şoreş e.” Meralê bi hevalek xwe re niha li Tuzlayê qursa muzîkê vekiriye.
 
Meral Tan dayikek ji Erziromê ye. Li Edeneyê tê cîhanê. Di 17 saliya wê de bi zorê tê zewicandin. Meral 18 salan zewicandî dimîne. Di 1988’an de dizewice û bar dike Stenbolê. Meral ji destpêka zewaca xwe rastî şîdetê tê û wiha dibêje: "Ewil min her tişt normal didît."
 
Meralê çawa dizewice şîdet dest pê dike û tiştên jiya wiha vegot: “Min ewil normal didît. Piştî demekê min fêm kir ku rewşa ez tê de me ne normal e. Şîdeta min dît dijwar bû. 7 caran pozê min şikand. Êdî min bi destê xwe cihê şikestî rast dikir. Ewil li dijî şîdetê dernediketim. Di nava demê de min jî berxwe da. Xizmek û kesekî nêzî min ku têkiliyê deynim tunebû. Bi salan di nav çar dîwaran de mam. Piştî 25 saliya xwe min sekna xwe nîşan da. Min êdî xwe diparast. Min destûr nedida ku li min bixe.”
 
Malbat bû hevkarê şîdetê
 
Meralê daxuyakirin ku bi salan neçar maye li cem malbata hevjînê xwe bijî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbata wî jî rewşa me dizanî. Ez çend caran axivîm lê kesî piştgirî neda min. Her tim şîdet vedişartin. Dibûn hevkarê şîdetê. Dema min xwe parast, min biryar da ku ez bixebitim jî. Ewil ez xebitîm. Pereyê min nedan min. Lê min dîsa xebat berdewam kir. Min xwe bi xwe nivîsand.”
 
Meralê wiha pê de çû: “Piştî radyo û nivîsandinê ez hînî zaz bûm. Min her tim eleqe nîşanî saz dida. Lê pereyê min tunebû ku bikirim. Ne bihabû lê derfet tunebû. Min di 1999’an de saz girt. Lê ez nikaribûm biçiyam dersan. Destûr tunebû. Lê min kir înat. Ez îro tenê lênadim, di qursê de fêrî kesan jî dikim.”
 
Meralê diyar kir ku ‘saza wê di emrê wê de şoreş e’ û  mêrê ku bi salan şîdet li wê kir vê carê saza wê li erdê xist û parçe kir. Meralê parçeyê sazê kom dike û dibe tamîratê. Di 2005’an de du zarokên xwe digire û dest ji hevjînê xwe berdide. Meralê bi hevalek xwe re niha li Tuzlayê qursa muzîkê vekiriye.