'Li gel bajarbûna pêşiya mirinan û kuştinan nehate girtin'

  • 09:03 12 Çile 2018
  • Jiyan
Zeynep Turgut
 
ERDEXAN - Li Kurdîstanê di salên 90’î de bi hezaran gund hatin şewitandin û valakirin. Heremên ku gundên wan nehatine valakirin jî ji ber projeya bajarbûnê nêçar man ku gundên xwe biterikînin derbasî bajaran bûn. Yek ji van jî dayika 90 salî Xezal Yildiz e. Dayika Xezal li bajêr û bi hesreta gundê xwe dijî. 
 
Li Kurdîstanê di salên 90’î de bi hezaran gund  yan hatine valakirin  yan jî hatine şewitandin. Piştî ku projeya dewletê ya bajarbûyinê ket devrê gelek gundiyan ji neçarî koçî bajaran kirin. Jiyana bajêran herî zêde ji bo kesên ku temenê xwe herî zêde li gundan derbas kirine zehmet e. Li Erdexanê dayika bi navê Xezal Yildiz (90) 15 sal e ji gundê kurtogluyê jêr derbasî bajêr bûye û bi hesreta jiyana gund dijî. Hemû xweşî û bîranînên dayika Xezal di nava gengêşiya bajêr de winda dibin û bê wate dimînin. Dayika Xezal gava ku behsa jiyana xwe ya gund dike hêstir ji  çavên wê dibarin û  ji me re behsa jiyana xwe ya gund dike. 
 
'Pêşiya mirin û kuştinan nehate girtin’
 
Dayika Xezal anî ziman ku piştî gel bi piranî ket bajaran bûhabûn zêde bû û wiha vegot:”Min zarokatiya xwe tev li gund derbas kir. Bi rastî zarokatiya min pir xweş û bextiwar derbas bû. Ji ber ku em her kêfxweş û ji hev re dilsoz bûn. Ez 15 salî hatim zewicandin. Min hîna zarokatiya xwe temam nekiribû. Lê dîsa jî ji bo min her rojek  gund bi wate û girîng bû. Li gund her mirovek bi ken bû û heskirinin, rêzdarî û parvekirin hebû. Piştî ku gel bi piranî ket bajaran koçberî zêde bû. Her wiha têkiliya mirovan a bi hev re jî qels û qut bû.  Destpêkê şer hat destpêkirin û piştre jî  pêşiya mirinan û kuştinê nehate girtin. Li gund herkes diloz bû. Ez niha 90 salî me û heta niha min vî welatî her şer û kuştin dîtiye. Ev 15 sale em li bajêr dijîn. Her ku ez hatime bajêr êş ji laşê min dûr neketiye.Lê dema ku ez li gund bûm tendirûstiya min baş bû. Li  gundan parvekirin hebû hewaya paqij hebû. Yekitiya mirovan hebû. Niha niha ez bi hesreta gund dijîm. “
 
'Bîranînên min li ku bin bila mirina min jî li wê be'
 
Dayika Xezal bi lêv kir ku jiyana bajêr ji bo wê mîna nexweşiyekê ye û wiha pê de çû;”Dema ku ez hatim zewicandin min dan ser hewiyê. Ev rewş ji bo min gelek zahmet bû. Lê mixabin piştre ez jî hînî şaştiya civakê bûm. Nivşê niha ger ku jiyana bajêr nebe nikarin bijîn. Bajar bîranînên mirov bi mirov dide jibîrkirin. Gava ku mirov li gund be hemû tişt ji bo mirov gelek xweş e lê bajar ne wiha ye.  Li bajar tu kes ji  tu kesî hez nake. Ger ku ji min re bigota tu dixwazî li ku bijî? min ê bigot ez dixwazim li gund bijîm. Bîranînên min li ku bin bila mirina min jî li wê be." 
 
‘Divê ji bajaran zêdetir gund bên hezkirin’
 
Xezalê herî dawî da zanîn ku jiyana beyî gund jiyaneke mirî ye û wiha dawî li axiftina xwe anî;”Bêgûman ez nabêjim ku jiyana gund pir zêde aram e. Li her deverên cîhanê zahmetî hene. Lê xaka mirovî her tim li ber çavên mirovî şirîn e. Bila mirov li ser axa xwe bijî. Divê ji bajaran zêdetir gund bên  hez kirin. Ji ber ku pêdivî bi xweza û yekitiyê heye.”