Xana Pîlavoglu ji gelek hilberînan re malovaniyê dike

  • 09:18 16 Kanûn 2017
  • Jiyan
Duygu Erol
 
ENQERE - Xana Pîlavoglu ya li Keleha Enqereyê ye, van rojan ji atolyê veguhestinê bigire heta atolyeyên hunerê, heta atolyeyên çêkirin û hilberînên organîk ji gelek hilberînan re malovaniyê dike. Her wiha di atolyeyên ku jin hilberînên keda destan dike jî kirkyama ya veguhestina herî kevne dikin.
 
Li Xana Pîlavoglu ya li Keleha Enqereyê ye, niha di her koxuşekê de jin atolyeyan pêk tînin. Yek ji van atolyeyan aydê Edîbe Acay e.  Navê dukana wê ‘Kirpik Pachwork’ e. Edîbeyê yek ji mînaka herî kevn a veguhestinê bi Kirkyamayê  ji mînderan bigire heta onlukên mutbexê, heta lepikan û gelek alavên din yên tekstîlê hildiberîne.
 
Edîbeyê diyar kir ku pîşeya wê ya esas muhasebe ye û piştî teqawît bûye wek hobî dest bi vî karî kiriye û got: “ Ev 15 sal in vî karî dikim. Ez çûm qursa Kirkyamayê. Min li malê wek hobî dkir. Piştî demekê  me li Pîlavoglu dukan vekir.”
 
‘Piştevanî tiştekî xweş e’
 
Edîbeyê bi lêv kir ku li xanê hemû atolye bi piştevaniyê tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ligel hev in. Ev tiştekî gelek xweş e. Em hev motîve dikin. Em piştgiriyê didin hev. Ev piştgirî û piştevanî ne tenê ji bo kar e. Em di jiyana civakî de jî ji hev re dibin alîkar. Em dan û standina fikir dikin. Ev dewlemendiyê didin me. Karê ez dikim di esasê xwe de veguhestin e. Tiştên xera bûne, kevn bûne em ji nû ve çêdikin. Tiştekî nû dertê holê. Em kumaşê herî biçûk ê dimîne jî bikartînin. Navêjin.”
 
Edîbeyê di dawiya axaftina xwe de  destnîşan kir ku divê jin teqez bi tiştekî re mijûl bibin, xwe keşif bikin û her tiştî bikin.