'Mîna her deveran li Îranê jî kurdbûyîn qedexe ye'

  • 09:02 11 Kanûn 2017
  • Jiyan
Zeynep Turgut
 
WAN - Yek ji welatên ku herî zêde mafên jinan lê tê binpêkirin Îran e. Li gel binpêkirina mafên jinan li Îranê kurdbûyîn jî zehmetiya herî giran e. Her roj ji ber zext û êrîşên rejîmê bi dehan mirov koçî welatên cuda dikin. Leylayê jî yek ji wan e. Leylayê diyar kir ku li Îranê qanûn û rêveberî li gorî rastiyên rejîmê tên çêkirin û got ku li Îranê kurdbûyîn ji bo rejîmê talûkeyeke mezin e.
 
Li Rojhilata Navîn ji ber şer û pêvçûnan û ji ber rêveberiya welatiyan heya niha bi hezaran mirov welatê xwe terik kirine. Ji van welatên ku ji ber rêveberiyê koç jê tê kirin yek jê jî Îran e.  Jina bi navê Leyla Rewendî ya kurd jî yek ji wan koçberan e. Leyla ji ber êrîş, binpêkirina mafên jinan û ji ber zextên rêveberiya Îranê yên li ser kurdan ji Îranê koç kiriye û niha li Wanê dijî. Leyla ya ku koçî Wanê kiriye li hemberî hemû şert û mercên zehmet li ber xwe dide. 
 
'Li Îranê tiştê herî zehmet kurdbûyîn e'
 
Leylayê diyar kir ku wê tu car binpêkirina mafên jinan û êrîşên li hemberî kurdên Rojhilat qebûl nekir û wiha axivi: "Ez li Urmiyeyê bi 4 zarokên xwe re dijiyam. Jiyana me baş bû. Lê ji ber ku em kurd bûn rejîma Îranê her êrîşî me dikir. Her tim li ser kurdan zext hebûn. Rejîma ku tehamûlî hebûna kurdan nake her tim mafên jinan jî binpê dike. Ji bo jinekê li Îranê jiyan,tiştê herî zehmet e. Mala min hebû. Ji aliyê aborî ve jî rewşa min baş bû. Lê her kêmaniyeke min hebû ku ew jî azadî bû. Em wekî kurd li Îranê me nikaribû kurdbûyîna xwe bijiya û bi kincên xwe yên neteweyî bigeriya. Kurdên ku li gelek cihan ji bo hebûn û azadiya xwe li ber xwe didin li Îranê jî di heman rewşê de ne. Me tiştek nekira jî tenê kurdbûyina me têra tirsê dikir. Ji welatê xwe koçberkirin xemgîniyek pir mezin e. Lê ji ber ku Wan jî bajarê Kurdîstanê ye mirov ewqas hesreta welat nakişîne. Mîna her deveran li Îranê jî kurbûyîn qedexe ye."
 
'Li Îranê qanûn li gorî daxwazên rejîmê tên çêkirin'
 
Leylayê bal kişand ser rejîma Îranê û got ku li Îranê qanûn li gorî daxwaziya rejîmê tên çêkirin û wiha berdewam kir: "Li Îranê mafên mirovan tê binpêkirin. Jiyana mirovan her tim di bin êrîşan de ye. Ev jî mirovan ber bi koçberiyê ve daf dide. Ji ber ku tu alternatîfek din namîne. Em di sedsala 21'emîn de ne û hîna li Rojhilata Navîn şer, pêvçûn, kuştin û qetilkirin berdewam dike. Her roj zarok tên kuştin. Sedema vî şerî politîkayên şaş in. Jiyaneke azad û aşitiyane ne pêkan e. Em kurd biçin ku derê em bi heman tiştî re rû bi rû dimînîn. Niha jî em bi hatina xwe ya Wanê re jî em gelek xemgîn in. Li hemû cihên fermî tirkî tê axaftin û kurdî qedexe ye lê min zimanê kurdî zimanê xwe hînî zarokên xwe kir û niha zarokên min diçin li dibistanê bi tirkî perwerdê dibînin. Ez bi vê gelek xemgîn im. Ji ber ku zarokên min tên asîmîlekirin. Li hemû deran kurd bi zahmetiyan re rû bi rû dimînin. Li Îranê qanûn li gorî daxwaza rejîmê dihatin derxistin. Tu suc bikî nekî li gorî rastiya rejîmê tu têyî darizandin."
 
'Koçberî ne qedera kurdan e'
 
Leylayê da zanîn ku li Tirkiyeyê  alîkariya koçberan nayê kirin û got ku kirayên malan giranin, mirov nikare bide û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez hatime vir heya niha, me rûyê kêfxweşiyê nedîtiye. Serokwezîrê tirk dibê ku em alîkariyê didin koçberan. Lê derewan dike û tiştekî wiha tune ye. Ev 4 sal in ku me koçî Wanê kiriye û hîna me rûyê alîkariya deweta tirk nedîtiye. Car caran xwarin tune ye ez bidim zarokan. Zivistan jî hat sermaya Wanê jî pir zehmet e. Bêguman koçberî ne qedera kurdan e. Lê kurd her ji ser axa xwe tên koçberkirin."