'Qeyûm bazara me ji me girt û dewrî mêran kir'

  • 09:03 30 Mijdar 2017
  • Jiyan
Rojda Aydin
 
AMED - Jina 58 salî Şefîqe Ulaş a dayika 8 zarokan e û 40 sal in li bazaran karê firotina firingî, xiyar û şinahiyê dike. Şefîqa ya ku li taxa Bagcilarê li Bazara Jinan a Jiyanê dixebite diyar kir ku  qayûm  bazara ku jin lê dixebitin dewrî mêran kir û mafê jinan ji destê wan girt. Şefîqa got ku çi dibe bila bibe wê herdem li dijî zor û zehmetiyan li ser lingên xwe bin û mafê xwe biparêzin.
 
Şaredariya DBP'ê ya Rezan a Amedê ji bo bê edaletiya li dijî mafê jinê ji holê rake û mafê jinê biparêze li taxa Bagcilarê Bazara ku ji bo jin lê bixebitin a bi navê Jiyanê vekiribû. Lê piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DBP'ê  hat kirin, Bazara Jiyanê ya Taxê ku  200 jin  lê dixebitîn bêşkêşî mêran kir û biryar da ku ji heftê rojekê bazar dewrî mêran bê kirin.  Jinên ku bertek nîşanî vê biryarê dan dev ji xebata xwe bernedan û her roj li cihekî bazara xwe datînin. Ji van jinên ku dest ji karê xwe bernedan yek jê jî jina 58 salî Şefîqe Ulaş e. Şefîke Ulaş ya ku dayika 8 zarokane 40 sale li bazaran bi  firotina firingî, xiyar û şinahiyê debara xwe dike. Şefîka bertek nîşanî pêkanîna qeyûm da û got ku bazara wan ji wan girt û pêşkêşî mêran kir.
 
 Şefîqa beriya ku li bazarê bixebte li Amedê li cihê bi navê Eşêfçiyan ku wekî qada seyar a firotinê tê zanîn xebtiye. Piştre ji wir derketiye û li bazarên giştî karê xwe berdewam kiriye.   Şefîqe anî ziman ku beriya bê bazara ku ji bo jinan hatiye vekirin bixebite ji ber ku jin bûye li bazarên giştî gelek zahmetî dîtiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: " “Li gel hemû zehmetiyan min dev ji karê xwe berneda. Piştî ku bazara ji bo jinan vebû min ew ji bo xwe wekî çareserî dît û min li wê bazarê dest bi xebatê kir. Ev demeke dirêje jî ez  di bazara ku ji bo jin lê bixebtin hatiye vekrin a Jiyanê  karê xwe berdewam dikim. Ji ber ku min li vir dest bi xebatê kiriye gelekî kêfxweş im. Lê Qeyûm ev mafê me ji destê me girt û  bazara me da mêran. Lê em ê di hemû şert û mercan de li ber xwe bdin û em bazara xwe bixwazin." 
 
‘Her jineke ku dixebite aramanceke wê heye'
 
Şefîqa got ku li vê bazarê ji ber ku hemû xebatkarên jin in gelek rehet in û wiha dirêjî da axaftina xwe “ Ji ber ku em hemû jin in 
em bi hev re xwarinê dixwin, sohbed dikin, dema êş an jî şahiyeke me hebe em bi hev  re par ve dikin. Em li vir wekî malbatakê tevdigerin û em naxwazin ku mêr li bazara me bixebtin. Li vir her jineke ku dixebite aramanca wê heman e. Armanca me ya hevpar ew e ku em bêyî mihtacî mêran bibin debara xwe bikin û li ser lingên xwe bisekirin."
 
'Em ê dest ji daxwaza xwe bernedin'
 
Şefîqa di dawiya axaftina xwe de got ku naxwaze tu kes ji wan re bibe asteng, dixwaze hemû jin azad bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em jin jî dixwazin ku nasnameyeke me hebe. Ji bo ku em mafên xwe bi dest bixin û destkeftiyên xwe bi parêzin  çi ji destê me bê em ê bikin. Mêran li bazarên giştî em nedixwestin û ji me re astengî derdixistin. Lê me serê xwe li ber wan netewand û gotina wan nekir. Em ê tim bixebitin û mafê xwe biparêzin.”