Kevirên Sûrê, konek û kenê Zinar

  • 09:36 29 Mijdar 2017
  • Jiyan
Medîne Mamedoglu
 
AMED - Li Sûrê li dijî hilweşînê, malbatekê  ligel hewaya sar di nava kavilan de kon vedan û berxwedana xwe didomînin. Di konê ku ava kirin de malbat amadekariya zivistanê dike.
 
Li Sûrê  di 24’ê Gulanê de biryara hilweşîna taxên Alîpaşa û Lalebeyê hat destpêkirin û ji sedî 80’ê tax hatin tunekirin. Li taxê niha hîmên otelên butîk tên avêtin. Her kesî bi mehan bêdeng hilweşîn temaşe kir. Hemû malbatan gotin ‘Ez ê di kon de bijîm’, ‘Ez bimirim jî dernakevim’. Lê piştî mehan şûnde bi barîkat û bariyetan hat girtin. Piranî malbat hatin derbkirin. Malbata Ak a xaniyê wan hat hilweşandin, li şûna xaniyên xwe kon vedan û ev du meh in tevlî tehdîda hilweşîn û sermayê kon terk nakin.
 
‘Xaniyê me girtin nikarin vê bigirin’
 
Di kon de 5 kes dijîn û du jê zarokin. Tevlî ku hewa gelek sare jî malbat deriyê kon vekirî dihêle û li dijî  xetereya hilweşînê konê xwe terk nakin. Malbatê got ‘xaniyên me girtin lê nikarin vê bigirin’ û jiyana xwe didomînin.
 
Zinar û kenê wî…
 
Di konê wan de sobeyek ceyranê, teştik, kanepeyek û alavên mutbexê hene. Zinarê li ber kon dilîze, beyî ku sedema mayîna xwe ya li kon bizane, diyar dike ku ew gelek ji konê xwe hez dike. Zinar bi gotina ‘mala me çû ev hat’ çîroka malbata xwe jî vedibêje. Ken û lîstikên Zinar ji bo Sûr û malbatê dibe çavkaniya aramiyê.
 
Bi ava ji cîranan digire amadekariya zivistanê dike
 
Zozana di kon de ye jî bi ava ji cîranan girtiye firingiyan hûr dike. Zozan diyar dike ku di nav hilweşîn û berxwedanê de amadekariya zivistanê dike û got: “Em ji cîranan avê digirin. Ji xwe sobeyek me heye. Em bi wê îdare dikin. Ez van firingiyan jî ji bo zivistanê vedişêrin. Hewa gelek cemidî ye. Ji xwe hewce bi dolabê tune. Dibe ku kon jî hilweşînin. Ji ber vê em ji vir venaqetin.”