‘Ava bê pere û paqij mafê her kesî ye’

  • 09:43 27 Mijdar 2017
  • Jiyan
Melîke Aydin
 
XERPÊT - Li taxa Yildizbaglar a Xerpêt ku piranî malbatên ji Dêrsîmê koç kirine lê dijîn pirsgirêka ava paqij dijîn. Fadîme Akbulut a 35 sale li taxê dijî  diyar dike ku ava paqij û bê pere mafê her kesî ye.
 
Li taxa Yildizbaglarê ya Xerpêtê ev demek dirêj e pirsgirêka ava paqij tê jiyîn. Fadîme Akbulut a 65 salî ya koçî Elezîzê kiriye diyar kir ku 35 sal berê li taxê bi cih bûye û got: “ Ev demek dirêj e em pirsgirêka ava paqij dijîn. Êdî her tişt bi pere tê firotin. Lê ev hewcedariya her kesî ye. Ji kaniyê ava qirêj tê. Nexweş hene. Zarok nikarin avê vexwin.”
 
Fadîmeyê di berdewamiyê de da xuyakirin ku gelek malbat ava ji Karaçli tê bi kar tînin û ev tişt anî ziman: “ Ez her roj ji kaniyê avê tînim malê. Şaredarî li şûna ava bê pere bîne malê avê wek xêrê dide me. Ava ji kaniyên malê tên bi kirêc in.”
 
Fadîmeyê di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku jiyana bajar ji bo wan gelek zehmet e û got her sal 6 mehan diçin gund.