Jiyana gundan xweş û bi wate ye

  • 09:22 9 Mijdar 2017
  • Jiyan
Sorgul Şêxo
 
TILTEMIR- Jiyana gundan her xweş û bi wate ye, jinên li gundên  Tiltemir jî vê yekê bi jiyana xwe ya xwezayî ku berdewam dikin tekez dikin.
 
Ji dîroka mirovahiyê de heya roja me ya îro jin her xwediya zanebûn û birêvebirinê ye. Jin hem di milê civakî rêxistinî û leşkerî de, li ber xwe dide û hem jî hewl dide ku civakê dûrî nexweşiyan bibe,civakeke birêxistin û bi tendirustiya wê li cih ava bike. Li gundê Ên el-Ebid jinên ku her serê sibe berê xwe didin tenûrê ji bo ku nanê tenûrê ji zarokên xwe re çêkin, diyar kirin ku her çiqas firne û alavên nûtir çêbûne jî lê çêkirina nanê tenûrê ji her tiştî xweştir û tama wî cûda tir e. 
 
Jina bi navê Besîa Fîhan ku 40 salî ye, ji gundê erîşa y girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê ye. Dema zewicî bi hevjînê  xwe re ji bo ku jiyanek nû û li ser bingehê jiyaneke wekhev bijî berê xwe dide gundê Ên El-Ebid û lê bi cih dibe. Besîa dayîka 11 zarokan e keçek û kurekî wê jî astengdar in.
 
Besîa her serê sibehê zû şiyar dibe, hevîrê xwe distirê, piştî ku derdora nîv saetê dihêle û jê nanê tenûrê lêdixe. Besîa jiyaneke xwezayî esas digire û wiha dibêje: "Her çiqas alavên nûtir derketine pêş û firneyên nan zêde bûne jî lê dîsa jî ez ji zrokên xwe re nanê tenûrê çêdikim. Hem nanê tenûrê bi tendirust e û hem jî zarokên min ji nanê bi destê xwe çêdikim hez dikin. 
 
Besîa di dawiya axavtina xwe de wiha got:" Em genim tînin paşê dihêrin û ji wir û şûnde em pê nan û hew. çêdikin.  Lê bi rastî arvan gelek buha ye. Lê dema ku ez nan lêdixim li cîranên  xwe jî belav dikim.  Em yek rih in divê ku mirov wisa be ji cîranên xwe hezbike û alîkariya wan jî bike."