'Av tune ceryan tune lê ez bi hêvî me'

  • 09:06 9 Mijdar 2017
  • Jiyan

Medîne Mamedoglu

AMED - Meryem Ozgezer a ku li dijî hilweşandina Sûrê mala xwe terk nekir xwe 'Di nava xirabeyan de wekî jina bi tenê' pênase dike. Meryem got "Tenêhiştin ne çarenûsa Sûrê ye" û dibêje ku piştî çend serdanan Sûr dîsa hatiye jibîrkirin. Meryem li dijî van hemû neyîniyan wiha dibêje: "Ne av heye û ne jî ceryan lê ez bi hêvî me." 
 
Hilweşandina ku li Taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê di bin navê 'veguhestina bajêr' de ji 24'ê gulanê de hat destpêkirin berdewam dike.  Bi hilweşîna ku tê kirin re li taxa Lalebey a ku hatiye hilweşandin înşakirina otelên ku dîroka Sûrê tune dikin roj bi rojzêde dibe.  Meryem Ozgezer ku wekî meta niştecihên Sûrê tê nasîn  bi mehan e li kolana ku lê hilweşîn tê kirin berxwedana xwe berdewam dike. Meta Meryemê li dijî bê avî û bê ceryaniyê bi 3 zarokên xwe re li kolana ku hilweşîn lê tê kirin li ber xwe dide.
 
'Ev 2 meh in ez li mala xwe ya li Sûrê li ber xwe didim'
 
Meryem bi alavên dibistanan ku li dukana xwe ya biçûk difiroşa debara xwe dike. Meryemê diyar kir ku ji ber dibistan jî hatine hilweşandin êdî nema dikare firotanê jî bike û di warê aborî de jî pirsgirêkan dijî. Meryem a ku got gelê sûrê hem manewî û hem jî di warê aborî de pirsgirêkan dijî wiha dirêjî da axafitna xwe: "Hemû tiştên me ji dest me girtin lê wê nikaribin hêviya me qut bikin. Em li dijî vê helwesta desthilatdaran wekî dareke çamê li ser piyan e û li ber xwe didin. Em warê xwe naterikînin. Ev 7-8 meh in li vê taxê hilweşandin tê kirin lê ev 2 meh in ez li vê kolanê li ber xwe didim û dest ji berxwedana xwe bernadim."
 
'Ez naçim ji vêderê'
 
Meryem diyar kir ku ew 2 meh e her rojê dibe şahidê hilweşandina xaniyekî û diyar kir ku ew ê ji Sûrê dernekeve. Li taxa ku hilweşîn tê kirin tenê xaniyê meta Meryemê li ser piyan maye. Meryem sedema vê wiha vedibêje: "Li Alîpaşaya ku bi tevahî hatiye hilweşandin tenê xaniyê min li ser piyan e. Ji ber ku berxwedêr her tên dîtin. Ez êdî ji tu kesî piştgiriyê jî naxwazim.  Me beriya ku hilweşîn bê kirin daxwazê xwe rêz kirin. Lê piştî bi du sê daxuyaniyan Sûr dîsa hat jibîrkirin. Tenê gelê Sûrê dikare xwe dî lê derkeve.  Ger ku em li ber xwe nedin wê Sûr bê tunekirin û em ê jî yekitiya xwe winda bikin."
 
'Ev ne çarenûsa Sûrê ye'
 
Meryem her roj bi zextên polîsan re rûbirû dimîne û dibêje ku cihekî pêde biçe jî tune ye.  Meryemê di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje: " Cihekî ku ez pêde biçim tune ye .Ger ku ez ji vir derkevim ez ê  bê hêvî bimînim. Ez li cihekî din jî nikarim bijîm. Ez dest ji mala xwe bernadim. Terik kirin ne çarenûsa Sûrê ye.",