Rêwitiya Nedyayê ya ji Reqayê heta Kerboranê…

  • 09:08 19 Cotmeh 2017
  • Jiyan

Medîne Mamedoglu

MÊRDÎN - Nedya Tepsey a 74 salî ku temenê wê li Reqayê derbas bû û piştî dagirkirina DAIŞ’ê neçar ma koç bike, ev du sal in li Kerboranê dijî.  Nedya ya Suryanî diyar kir ku ‘felek xayîn e’ û got yekane xeyalê wê ev e ku vegere ser axa xwe.
 
Jina Suryanî, Nedya Tepsey a 74 salî du sal û nîv berê ji Reqayê ji ber dagikirina DAÎŞ’ê bi malbata xwe re hat Kerboranê. Nedyayê ku rêwitiya xwe ya ji Reqayê heta Kerboranê vegot, di serê gotinê de hevoka ‘felek xayîne’ anî ziman.
 
‘ Berî ku DAÎŞ were, her tişt gelek xweş bû ’
 
Nedyayê rojên ku jiyaye wek ‘ferman’ nirxand û wiha got: “Ev du sal û nîv e ez li Kerboranê me.  Ez li Mîdyatê hatime cîhanê. Malbata min jî hemû li Mîdyatê jiyane. Lê piştî ez hatime cîhanê ew çûne Reqayê. Li wir ez bi salan jiyam. Ez zewicîm, neviyên min çêbûn. Her tişt gelek xweş bû. Lê sê sal berê DAÎŞ hat û her tişt guhert.Mêran rûyên xwe berdidan. Jinan jî tenê dikaribûn çarşefan li xwe bikin. Ji bo nemirim min jî li xwe kir. Kê cigare bikişanda destên wan  jê dikirin.
 
‘Çawa derbasî Rihayê bûm min çarşef derxist’
 
Nedyayê bi lêv kir ku li dijî zilmê koç kirine û ev tişt got: “Dema nû hatin gotin divê hun bibin Misliman.  Xerac dixwestin. Em jî derketin. Em sê kîlometre rê meşiyan. Em ji Reqayê hatin Tel Abyadê û ji wir jî me deriyê sînor ê Akçakaleyê derbas kir.  Çawa hatim Rihayê min çarşef ji ser xwe avêt. Em rojekê li wir man û ji wir jî hatin vir. Em li vir di dêrê de dijîn. Ev du sale û nîv in em li vir dijîn.”
 
Nedyayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku yekane xeyalê wê ev e ku vegere Reqayê.