Jinên ku çarşefên reş qetandin, vedibêjin…

  • 10:29 13 Cotmeh 2017
  • Jiyan
Ruhenda Amed
 
REQA - Meryem El Avdul Sileman û keça wê Verde Alî Sileman dema ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatin xilaskirin, ewil çarşefên reş qetandin.
 
Meryem û Verda tiştên ku jiyane vedibêjin.
 
Pêngava azadkirina Reqayê ya ji aliyê QSD’ê ve hat destpêkirin meha 4’emîn li pey xwe hişt.  Di navbera çeteyên DAIŞ û şervanên QSD’ê de pevçûnên dijwar tên jiyîn û di daxuyaniyên fermandarên pêngavê de tê diyar kirin ku ji bo azadkirina Reqayê demek kûrt maye.
 
Li taxên Nehda, Berîd, Kurda, nexweşxaneya Watanî, sahaya Futbolê, Parka Harun Reşîd  û kawşaxa Neîm pevçûn didomin û şervanên QSD’ê di hefteyekê de bi sedan sîvîl xilas kirin û gîhandin qadên bi ewle.
 
‘Em xilas bûn’
 
Di nav 200 sîvîlên hatin xilas kirin de Verde Alî Sileman û dayika wê Meryem El Abdul Sileman hebû.  Verde û Meryem çawa hatin çarşefên reş avêtin û gotina wan a yekem ‘em xilas bûn’ bû.
 
‘Beriya DAIŞ’ê em gelek gel li cem hev dijiyan’
 
Verde ya 30 salî li taxa Nehda a Reqayê bi dayika xwe re dijiya, diyar kir ku malbata wê ev 50 sal in li Reqayê rûdinin.
 
Verdeyê wiha got: “Li Reqaya ku ev 5 sal in di destê DAIŞ’ê de, tehma jiyanê nemabû. Li vî bajarî em Kurd, Ereb, Tirkmen bi hev re djiyan. Piştî DAIŞ hat em li hev bûn dijmin.  DAIŞ’ê bi taybet dijminatiyek mezin bi Kurdan re dikişand. Digotin ‘ew kafirin, keçên wan helal in’. Lê li Reqayê cîranên me yên Kurd hebûn.Em diçûn dawetan, bi hev re diçûn Newrozê.  Em şîn û şahiyên xwe bi hev re dijiya. Piştî DAIŞ’ê me xwest em ji vir derkevin lê bûn asteng.”
 
‘DAIŞ’ê her cureyê şîdetê li gel kir’
 
Verdeyê bi lêv kir ku beriya DAIŞ’ê jiyanek wan a normal hebû û wiha dewam kir: “Bi hatina DAIŞ’ê re jiyana me serobino bû. Çawa DAIŞ hat çarşefên reş li me kirin. Digotin ‘divê tiştekî ji bedena we xuya neke.’ Roj bi roj rêbazên wan giran bû. Yên li gorî rêbazan tevnegeriyan li qadan înfaz dikirin.”
 
‘Qêrîna jinên rastî tecawizê hatin hîna di gûhê min de ne’
 
Verdeyê destnîşan kir ku 5 salan de gelek înfaz hatine kirin û bûye şahid û wiha pê de çû: “Di xaniyê kêleka me de emîrê DAIŞ’ê dijiya. Hevjîna wî jinek Iraqê bû.  Ji ber rewşa me ya aborî nebaş bû carna bi dizî dihat mala me û alîkarî dida me. Hevjînê wê ew ji Iraqê dîlgirtibû û anî bû.  Hemû malbata wê jî qetil kiribû. Keçikek Şengalê jî wek xizmetkar anîbû.  Jina Iraqê alîkarî da keçikê û keçik reviya.  Lê DAIŞ’ê ev ferq kir. Piştre ji herduyan jî agahî nehat girtin.  Jin bi awayekî komî rastî tecawizê dihatin. Qêrîna wan hîna di gûhê me de ye.”
 
'Şervanên QSD'ê û YPJ’ê jiyanek nû da me’
 
Dayika Verdeyê, Meryem a 65 salî jî diyar kir ku DAIŞ’ê çar zarokên birayê wê qetil kiriye û got: “Ji ber deq li çena min bû, ji tirsan dernediketim derve. DAIŞ’ê asît davêt deqan û dişewitand. Ji ber vê yekê ji tirsan ez dernediketim derve.  Pir şukur ku em xilas bûn. Xwedê ji şervanên QSD’ê razî be.”