Jin amadekariyên zivistanê bê navber didomînin

  • 09:09 1 Cotmeh 2017
  • Jiyan

AMED-Bi nêzbûna demsala zivistanê re li Kurdistanê jin amadekariyên zivistanê berdewam dikin. Şahîbe Gerçek ya 50 salî ji bo amadekariyên zivistanê xwarina bi navê ‘babakanuç’  amade dike û li kolanê li ser agirê êzindan balcanan dipijirîne.

 
Li Amedê ku bi hezaran salane gelên Kurd, Ermenî, Suryanî, Ereb û Tirk ligel hev dijîn û bi hatina cem hev a van çandan re çandeke dewlemend a xwarinê dertê holê. Li Amedê yek ji xwarinên navdar ‘babakanuçe’.  Jinên Amedê niha ji bo zivistanê balcanan li ser agir dipijirînin û ji bo zivistanê vedişêrin.
 
‘Em ji balcanên teze yê demsalê çêdikin’
 
Şahîbe Gerçek ya 50 salî diyar kir ku ew balcanan ji bazarê dikire û bi taybet girîngiyê dide tezebûna sebzeyan û wiha got: “Sebzeyên dema wan derbas dibe yanî ne yên demsalê tehma wan jî nexweşe. Em sebze û fêkiyên xwe havînê amade dikin û zivistanê bi rehetî dixwin.  Di alî tenduristiyê de jî gelek başe.”
 
‘Berê amadekarî li rez û baxçeyan dihat kirin’
 
Şahîbeyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku berê diçû cem dayika xwe ya li Sûrê û hemû amadekariyên zivistanê bi hevkariya jinan bi hev re kirine û ev tişt daxuyand: “Xwarinên li firinên taxan tên pijirandin tehma wan nexweşe.Ji ber niha di sîteyê de rudinim jî nekarim agir pêxistim. Lê tevî her tiştî ez naxwazim dest ji amadekariya zivistanê berdim.”