Navenda Civakî ya Tarlabaşiyê xebatên xwe didomîne

  • 09:34 29 Îlon 2017
  • Jiyan
STENBOL-Li Tarlabaşiyê ji bo zarok, jin û ciwanan ku ji ber koçberî û xizaniyê bi gelek pirsgirêkan re rû  bi rû dimînin, 11 dildar xebatên xwe dimeşînin. Psîkologa Navenda Civakî ya Tarlabaşi (TTM) Ebru Ergunê wiha got: “Li Tarlabaşi jiyan didome û hîna wê bi salan bidome.”
 
Li taxa Tarlabaşi ya girêdayî Beyogluya Stenbolê welatiyên kurd, romen, Sûriyeyî û yên ji gelek welatên din hene. Tarlabaşi yek ji taxên xizan ya navçeya Beyogluyê ye. Li taxê di sala 2006’an de Navenda Civakî ya Tarlabaşiyê hat avakirin. Navenda ku hat vekirin li taxê xebatên psîkolojîk û civakî yên der barê jin, zarok û ciwanan de dimeşîne. TTM ya ku armanca wê şêniyên taxê di li dijî xizaniyê bi hêz bike, di heman demê de dixwaze pêşdarzên li dijî Tarlabaşiyê jî kêm bike.
 
‘Gotin hûn ê zêde berdewam nekin’
 
Psîkologa TTM’ê Ebru Ergun diyar kir ku ji sala 2006’an heta niha di xebatên ku dikin de serdana malan pêk tînin û ji bo  jinan xebatên qadê dimeşînin.  Ebruyê bi lêv kir ku dema nû dest bi xebatan kirine bi pêşdarazan re hatine rû hev û rastî gotina ‘hun nekarin li vir zêde berdewam bikin’ hatine. Ebruyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tevî van me ji sala 2006’an heta niha navber nedaye xebatên xwe. Em hewcedariyên li vir tespît dikin û bernameyan ava dikin. em piranî ji bo zarokan, jin, ciwan Û penaberan xizmetên civakî didin.”
 
‘Veguhestina bajêr heye’
 
Ebruyê bi lêv kir ku ji ber koçberiyê kirêya xaniyan jî zêde bûye û şêniyên taxê nikarin kar bibînin û wiha pê de çû: “Ji ber koçberiyê ev pirsgirêk dertên holê. Lê ev pirsgisrêkên dewlet, karsaz û xwediyên xaniyane.  Kesên koçber ji ber şer hatine. Li vir beriya her tiştî veguhestina bajêr heye. Li vê herêmê pirsgirêkên ewlehiyê jî hene.  Ji ber qadên vala hene di bikaranîna hişbirê de jî zêde bûn heye.  Kirê jî gelek zêde bûne. Lê li vir jiyan didome û wê hîna jî bidome.”
 
Şaredarî naxebite’
 
Ebruyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku şaredarî li Tarlabaşiyê xizmeteke têr nake û li taxê çop nayê komkirin û li kolanan peyarê tine û lambeyên kolanan nayê çêkirin. Ebruyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rewşa herî nebaş xerabûna dibistanane.   Dibistan hem di alî fîzîkî de û hem jî kadroya mamosteyan xerabe.  Mamoste vir wek cihê surgunê dibîne.  Dema mirov ji vir derdikevin cîhangîrê rewşa civakî-aborî gelek diguhere.”
 
Navenda Civakî ya Tarlabaşi van xizmetan dide:
 
*Perwerdên semînerê
 
*Pêşîgirtin û Parastina ji Tiryakê
 
*Tenduristiya jinan
 
*şîdeta nav malê
 
*Tenduristiya dayik zarok
 
*bernameyên pêşîgirtina HIV û AIDS
 
*Paqijî û Perwerdehiya Alîkariya Destpêkê
 
*Tenduristî û derdor
 
*Veguhestin û atolyeyên bermahiyên hişk
 
*Perwerdehiyên dildar
 
 
Xebatên der barê zarok û ciwanan de jî wihane:
 
*Atolyeya hunerê
 
*Şano û drama
 
*Atolyeya Rîtmê
 
*Atolyeya Orkestrayê
 
*ATolyeya gîtarê ya klasîk
 
*Koro
 
*Qursên zimanê biyanî
 
*Kuluba zarokan a diçûriske
 
*Etût
 
* atolyeyên reks, fîlm, wêne û çîrokan
 
Xebatên der barê mezinan de: 
 
*Qursên xwendin û nivîsandinê
 
*Qursên îngîlîzî
 
*Atolyeyên spor, yoga, xişir, boyaxkirina textan, nexş û dirûn
 
*Şêwirmendiya Psîkolojîk
 
*Şêwirmendiya hiqûqî
 
Kesên dixwazin di TTM’ê de bi dildarî cih bigirin dikarin ji vê navnîşanê agahî bigirin: http://www.tarlabasi.org/gonulluluk/gonulluluk-programi