Li Şîşemzînan jiyana kolektîf bi hilberînê tacîdar dibe

  • 09:07 2 Hezîran 2022
  • Jiyan
COLEMÊRG - Li gundê Şîşemzînan jinan bi awayekî kolektîf ji niha de dest bi amadekariyên zivistanê kirin û wiha gotin: “Her tişt biha dibe. Bi van zeman re ji rûnê xwe heta ardê xwe her tiştî em bixwe çêdikin."
 
Li gundê Şîşemzînan navçeya Gever a Colemêrgê ku 40 mal lê ne, gundî hem hildiberînin û hem jî ji ber krîza aborî nebatên kom dikin û penîrên çêdikin difroşin, pê debara xwe dikin. Bi helîna berfê re li çiyan nebatên cur bi cur şîn bûn û jin bi berhevkirina van nebatan debara xwe dikin. Jinên saetên sibehê zû radibin û çiyê nebatên wek siyabo, çorîn kom dikin.
 
Nebatên tên komkirin li ber tavê tên hişkirin û gîha di penîrê ku çavkaniyeke mezin a debara gelê herêmê ye de tê bikaranîn. Jinên berhevkirina nebatan qedandin, pezê xwe dibin zozanan û ji şîr, penîr û mast çêdikin. Ji niha de ji bo zivistanê amadekariyan dikin û piştgiriyê didin aboriya malê.
 
‘Em pezê xwe dibin qadên ne qedexe’
 
Jina bi navê Hatem Enguder diyar kir ku jiyana gund xweş û ev nirxandin kir: “Ji ber hinceta ewilehiyan em nikarin biçin hinek qadan lê em pezê xwe dibin cihên ku ne qedexe ne. Ji ber rê xerabe ne û av li gund tune em zehmetiyan dikşînin. Amadekariyên me yên zivistanê berê pir zêde bûn lê niha ji ber şertan em li gorî xwe amadekariyan dikin. Em ji niha de pezê xwe didoşin. Em ji şîr penîr çêdikin. Em nîvê penîr ji xwe re vedişêrin yê din jî difroşin. Yên rewşa wan ya aborî ne başe şîrê xwe difroşin. Lê yên rewşa wan baş jî ji xwe re penîr çêdikin.”
 
‘Berê her tişt xweştir bû’
 
Gule Aslan jî destnîşan kir ku hemû gundî bi awayekî kolektîf pez didoşin û sibehê saet di 05.00’an an jî 06.00’an de diçin pez didoşin û got: “Hemû jiyana me bi hilberînê derbas dikim. Em mast û penîr çêdikin. Em penîrê xwe ji niha de çalê axê dikin. em zivistanê penîrê xwe derdixin. Carna em difroşin. Berê zozanên me gelek xweş bûn. Sînorkirin tunebû. Em li gorî dilê xwe diçûn zozanan. Lê niha wisa ye.”
 
‘Her tişt bihaye’
 
Azîme Engîn bi lêv kir ku ew sibehê zû radibin û niha dest bi amadekariyên zivistanê kirine û ev tişt vegot: “Jiyana kolektîf hîna li gundê me didome. Em 10 rojan ji malekê re şîr didoşin, hewcedariya wê malê diqede em ji bo malek din dixebitin. Tiştên em çêdikin hem paqije hem organînikin. Her tişt biha dibe. Em êdî nizanin ji ber van zeman çibikin. Ji runê heta ardê xwe em hildiberînin. Ez şîr dibim malê. Ez maya penîr diximê û piştî dibe penîr, piştre jî dikim qutiyan û çalî axê dikim. Yên ji me bixwazin em difroşin. Kes nexwaze em dikin bin axê. Em kîlo bi 50 TL difroşin. Ji ber zeman em bi vî bihayî didin lê qezenca me tune.”
 
‘Her tiştê me organîke’
 
Feyruze Kutluk jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew sibehê zû radibin û hemû jin bi hev re diçin zozanan  pez didoşin û wiha dawî lê anî: “Niha em amadekariya zivistanê dikin. Zivistan zehmet derbas bû. Karê me ne tenê pez û çêkirina penîre. Em nebatên kom dikin hişk dikin, em wan jî ji bo zivistanê amade dikin. Her wiha em ji bo zivistanê êzangan kom dikin. Biharê barê me hîn bêtir girane. Em kedê didin lê hêjaye. Her tiştê me xwezayiye û baş e.”