Jin li dijî qedexeyan derketin: Em dev ji gund û zozanên xwe bernadin

  • 09:05 1 Hezîran 2022
  • Jiyan
COLEMÊRG - Jinên li Geverê dijîn ji ber qedexekirina zozanan a bi polîtîkayên şer pêk tê nikarin derkevin zozanan. Lê belê jin dibêjin:"Ew qadên me yên jiyanê teng bikin jî em ê dev ji gund û zozanên xwe bernedin. Em ê tevî her tiştî têkoşîna xwe bidomînin."
 
Ji ber polîtîkayên şer ên bi destê desthilata AKP û MHP'ê li ser Tirkiyeyê tê meşandin ve hemû zozan û warên li bajarên kurd lê dijîn hatine qedexekirin. Her wiha şerê ku bi hevkariya PDK, desthilata AKP û MHP'ê di 17 Nîsanê de li ser herêma Zap, Avaşîn û Metîna hatiye destpêkirin de qeyrana aborî li ser gelê Tirkiyeyê roj bi roj girantir dibe. Êdî gel nikare pezê xwe ji ber polîtîkayên şer, qedexe û bihabûnê biçêrîne û nikarin debara xwe bike. Bêrîvanên li gundê Zêvkan ê girêdayî navçeya Geverê ya Colêmergê têkildarî mijarê gotinên xwe anîn ziman.
 
Jina ku bi navê Fazîlet Polat ji ber qedexeyen bi salan e bertekê nîşanî desthilata AKP-MHP'ê da û ev pirs li wan kir: "Çima zozanên me, li me qedexe dikin?" Fazîlet diyar kir ku ji ber qedexeyan wê pezê di destê wan de jî telef bibin û ev tişt got: “Her roj zamê li karzolê (akaryakit) dikin û gel jî bêçare dihêlin. Bes êdî bila destên xwe ji ser gel bikşînin. Em serê xwe li hember wan qedexeyên desthilata AKP'ê danaynin. Desthilatdar çiqasî cihên ku em jiyana xwe lê didomînin teng bike jî em dest ji zozanên xwe nakşînin. Em ji ber qedexeyan, nikarin pezê xwe bibin zozan û cihên xwe yê çandiniyê. Dewleta tirk a dibêje em di aliyê mafên mirovahiyê de di herî asta baş de ne wê demê bila mafê wî gelî jî bidên. Em heta ku sax bin desthilatdar çi li me bikin jî, em ê li hember wan qedexeyan têkoşînê xwe bidomînin."
 
'Ji ber çekên kimyewî pirsgirêkên tenduristî dijîn'
 
Fazîlet bertek nîşanî polîtîkayên şer ên desthilatdaran da û got ku di encama şer de yên tên kuştin zarokê wî gelî ne û axaftina xwe wiha dom kir : “Ev şerê ku niha li ser vê axê didome di serî de ziyanê dide zarokê me û xwezaya me. Bi bikaranîna çekên kimyewî, xwezaya me wekî berê nîne. Em, zarok û sewalên me ji ber çekên kimyewî pirsgirêkên tenduristî dijîn. Her wiha ax û zozan a me ye û li me qedexe dikin. Bi polîtîkayên şer dixwazin herî zêde jinan tune bikin. Jin ne wekî berê ne, li hember hemû tiştan em dest ji têkoşînê nakêşin. Em baş dizanin ku berxwedan jiyan e em ê tim li berxwe bidin û têkoşina jina bilind bikin."
 
'Bila yêkîtiya xurt ava bikin'
 
Fazîlet bi domandina axaftina xwe bertek nîşanî şerê ku bi pêşengtiya Tirkiyeyê û hevkariya PDK'ê li ser herêmên Federal a Kurdistanê de diçe şermezar kir û wiha axivî: “Bila herkes li hember kraliyeta malbata barzanî bêje êdî bes e. Îxaneta malbata Barzanî dike, êdî nayê qebûlkirin. Em bang li hemû gelên kurd ên li seranserê cihanê dijîn dikin û dibêjin bila yêkîtiya xurt ava bikin.”
'Çekên kîmyewî tên bikaranîn'
 
Bêrîvana bi navê Gulê Polat destnîşan kir dema ku diçin zozanên xwe bi astengiya leşkeran rû bi rû dimînin û wiha got:"Ji ber polîtîkayên şer jiyana wan hêj zehmet bûye. Leşker tên qeyda sabiqê ya şivanan dike û şivanên ku sabiqeya wan heye nahêlin şivanetiyê bikin. Li dijî hemû zehmetiyan em dîsa jî pezê xwe diçêrînin û xwedî dikin. Bi giştî ji ber ku leşkeran heta naha gelek zozan topbaran kirine û çêkên kîmyewî bi kar aniye, kes naxwaze şivantiyê bike. Çi xema desthilatê nîne ku zozanên me qedexe ne. Perê wan heye û çi derdên wan ê qeyrana aborî tune ye."
 
'Hemû pirsgirêkan dîsa em dijîn'
 
Gulê, bertek nîşanî bihabûyina xercên mazotê da û got ji ber bihabûnê nikarin bostan û baxçeyên xwe biçînin her wiha bi lingan diçin nav bêra xwe. Gulê destnîşan kir ku bi şîrê ku difiroşin û bi firotina heqê şîr jî nikarin perê mazotê bi dest bixin û wiha got: “Berê em diçûn zozanên xwe heta mehên payîzê em li warên xwe yên zozanan diman. Lê mixabin niha ji ber şer û qeyrana aborî em nikarin biçin. Ev halê me jî qet xema desthilatê de nîne hemû pisgirêkan dîsa tenê em dijîn.”
 
'Tenê çareseriyek heye ev jî yêkîtiya kurdan e'
 
Hatîce Polat jî da zanîn ku ev 20 sal in karê bêrîvantiyê dike û got, demên berê li zozanên wan xweştir û rehettir bûne, niha jî, ji ber qedexeyan tu xweşiya bêrîvantiyê û zozanan nemaye. Hatîce wiha axivî: “Dema ku em diçin zozanên xwe leşker pêşiya me digirin û ji me re dibêjin ‘li vir çi karê we heye.’ Li cihên em daxwaz dikin biçinê, her tim li pêşiya me sînorekî xêz dikin. Me di nava gund de heps kirine. Em nikarin li ser axa xwe bi dil rehetî bigerin. Tenê çareseriyek heye ev jî yêkîtiya kurdan e. Heke em nebin yek wê ev nexweşî tim berdewam bikin. Heta ku operasyon bi dawî nebin wê halê me wiha be."
 
'Şer mirin, qeyran û qedexeyan tîne'
 
Hatîce bertek nişanî operasyonên ku li ser Zap, Metîna  û Avaşinê didome da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Daxwaza me ev e ku ev şer demlidest raweste. Şer tenê zirarê dide gelê kurd. Xêra vî şerî ji kesî re tune ye. Şer mirin, qeyran û qedexeyan tîne. Bila dest bidin hev û vî şerî demlidest bidin rawestandin.”