Ev hefteyeke avê nadin gundê Misûriyê

  • 14:39 17 Gulan 2022
  • Jiyan
 
MÊRDÎN - Ev hefteyeke avê nadin Gundê Misûriyê yê girêdayî Dêrikê. 
 
Ev hefteyeke avê nadin Gundê Misûriyê yê girêdayî Dêrikê. Piştî Îdareya Kanalîzasyon û Avê (MARSU) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin kontrola qeyûm de ye cîhaza kontrolê ya ji dûr de kontrol dike bi bîrê xistine av hatiye birîn. Welatiyên li gund ên sedema qutkirina avê hîn fam nekirine ji bo av dîsa bê serî li şaredariyê dan lê belê hîn pirsgirêk çareser nebûye. Endamê Meclîsa Şaredariya Dêrikê yê HDP'ê Cengiz Temelli diyar kir ku dê ekîbên MARSÛ'yê ji niha şûnde du saetan avê bidin gund. Lê belê ev hefteyeke av nayê gund depo vala ne û av tune ye û got:"Mirov bi avê tên terbiyekirin. Divê êdî dev ji van rêbazên bê wijdan berdin."