Êzidiyên Cejna Çarşema Sor pîroz kirin: Em dev jî çanda xwe bernadin

  • 09:07 20 Nîsan 2022
  • Jiyan
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Jinên Êzdî yên Efrînê derbarê Cejna Çarşema Sor de axivîn û gotin: "Êzidî di 74 fermanan re derbas bûye lê dîsa jî me dev ji kevneşopî û çanda xwe bernedaye. Ji ber ku çanda me nasnama me ye. Bila dijmin baş zanibe ku em tu carî jî dev ji çand û kevneşopiyên xwe bernadin."
 
Li gorî Êzidiyan dem li cîhanê di 1'ê Nîsanê de dest pê kir. Ji ber ku avabûna cîhanê di meha nîsanê de pêk hat, tê wateya destpêka sala nû ku Êzidî weke Çarşema Nîsanê, Çarşema Serê Salê pîroz dikin. Li gorî ezdatiyê qonaxa destpêkê ya avabûna cîhanê di nava 7 rojan de temam dibe. Destpêkê xweza şîn dibe, piştre jî hucreyên heywanan çêdibin û herî dawî mirov têne ser rûyê erdê. Ev tişt wek cejna "Çarşema Serê Nîsanê" ango "Çarşema Sor" tê pîroz kirin. Êzidî bi hêviya avakirina jiyaneke nû cejnê pêşwazî dikin. 
 
Têkildarî mijarê jinên êzdî yên Efrînê ji ajansa me re axivîn û behsa taybetmendiya Cejna Çarşema Sor kirin. 
 
'Em dev jî çand û kevneşopiyên xwe bernadin' 
 
Endama Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Filê Şekiro Cejna Çarşema Sor li hemû êzdiyan pîroz kir û wiha axivî: "Di destpêkê de em Cejna Çarşema Sor li hemû êzidî pîroz dikin. Ev roja cejinê wateyeke wê ya gelek pîroz li gel me heye. Bi taybet roja yekem a Çarşema Sor a Rojhilat, em cejinê pîroz dikin. Em hêkan tînin û bi rengên xwezayê ya renge reng boyax dikin. Piştre em di roja cejinê de van hêkan li malbatên xwe belav dikin û wisa cejinê bi şahiyan pîroz dikin. Ligel ku ev 4 sal in em ji cih û warê xwe koçber bûne, lê dîsa jî her sal em cejina xwe ya pîroz bi pîrozbahiyan û amedekarî pêşwazî dikin. Êzidî di 74 fermanan re derbas bûye lê dîsa jî me dev ji kevneşopî û çanda xwe bernedaye. Ji ber ku çanda me nasnama me ye. Bila dijmin baş zanibe ku em tu carî jî dev ji çand û kevneşopiyên xwe bernadin. Ligel hemû bûyerên bi êş em tê re derbas bûne lê me ola xwe parast."
 
'Di Cejna Çarşema Sor de em xwînê narjînin'
 
Filê da zanîn ku ji ber roja Çarşema Sor ji wan gelek pîroz  girîng e di vê rojê de qurban nayê dayîn û xwîn nayê rijandin û got: "Di vê roja pîroz de li gor çanda ola me nabe tu kes xwîn birjîne an jî qurbanê bike. Her wiha nabe ku karê malê were kirin di vê rojê de. Dema ku em hêkan dikelînin, weke dema ku roj diceminde pênase dikin. Di vê roja cejina Çarşema Sor de hemû rengên xwezayê şîn dibin, ji ber vê yekê em hêkan reng reng dikin. Ew qaliqê hêkan em li nav erdên xwe dikin, ji ber ku li gel me ev bi xêr û bereket e. 
 
'Em ê çanda kevnar ferî nifşên nû bikin'
 
Rêvebera Qomîteya Maliyê ya Yekîtiya Êzdiyên Efrînê Şêrîn Îso derbarê Cejina Çarşema Sor de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em cejina Çarşema Sor li hemû êzidî û li Rêber Apo pîroz dikin. Ev cejn ji dema bav û kalê me de tê pîroz kirin, em jî niha xwedî li vê çandê derdikevin. Li gor hemû bûyerên bi êş û fermanên ku tê re derbas bûne, dîsa jî me dev ji çanda xwe berneda berovajî wê me ol û çanda xwe parast. Di cejina Çarşema Sor de em hêkan dikelînin û bi rengên xwezayê boyax dikin. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wî ve hertim hewildanên xwe dikin ku me qir û tûne bikin, lê li beramberî wê jî her tim berxwedaniya me mezin dibe. Em ê her tim vê çanda kevnar fêrî nifşên nû bikin, ji bo parastina çanda xwe."
 
'Em nahêlin ku dijmin dest bavêje nirxên me'
 
Endama Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Êzdiyan a Efrînê Esumê Nûrî derbarê heman mijarê de wiha pêde çû: "Em vê roja pîroz û bi wate li hemû Êzidî û Rêber Apo pîroz dikin. Heyva Nîsanê ji bo me gelek girîng e ji ber ku di destpêka heyvê de rojbûna Rêber Apo bû. Her wiha di vê heyvê de cejina me ya Çarşema Sor e. Di dîroka mirovahiyê de her tim em di fermana re derbas bûne, lê me çanda xwe parastiye û em ê her tim biparêzin. Em nahêlin ku dijmin dest bavêje ser çand û ola me. Em bi hêvî ne ku vê salê de ev cejin, cejna serkeftinê be û cejna vegera Efrînê û azadiya Rêber Apo be."