Jin bi her awayî çanda xwe diparêzin

  • 09:05 26 Çile 2022
  • Jiyan
 
Sema Çaglak
 
MÊRDÎN - Li navçeya Şemrexê jin piştî ku amadekariyên xwe yên zivistanê diqedînin zivistanê ji van berhemên ku amade kirine xwarinên cûr bi cûr çêdikin. Yek ji wan jî şêrînahîya mengeneyê ye. 
 
Her herêmek bi çanda xwe tê nasîn û yên ku parastina vê çandê jî dikin dîsa jin in. Gelek xwarinên ku di kevneşopiya mutbexa kurdan de xwedî girîngiyek mezin hene. Jin wê çanda xwe ya resen diparêzin û digihêjînin nifşên nû. Yek ji wan herêman jî Mêrdînê ku bi bi çand û dîroka xwe navdar e. Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jin piştî ku amadekariyên xwe yên zivistanê bi dawî dikin, di demsala zivistanê de ji wan berhemên ku amade kirine cûrbicûr xwarin û şêrînahîyê çêdikin ku Mengene jî yek ji wan şirînahiyan e.
 
Çêkirina mengeneyê
 
Şêrinahiya Mengeneyê bi taybet li aliyê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê tê çêkirin. Hemdiye Kapçak a ji Şemrexê ye behsa çêkirina mengeneyê kir. Hemdîye, diyar kir ku di demsala payîzê de bastiqa ku çêdikin wek qîmeyê hûr hûr dikin û dixin qerisînerê. Hemdîye, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di serî de em gûzan dişikînin û ji qalikên wan derdixin. Dûre jî bastiqa ku me ji bo zivistanê çêkiriye derdixin û di nav rûn û dimsê de dihelînin û piştre wê bastîqa hûrkirî di nav dimsa ku me amade kiriye de diqelînin. Herî dawî jî gûzên ku me şikandine dixin ser û pêşkêş dikin.”
 
‘Wextê ku sar seqem û berf zêde ye tê çêkirin’
 
Hemdîye diyar kir ku ev şêrînahî bi taybet wextê ku  sar û seqem be û berf dibare tê çêkirin û wiha pêde çû: “Em jinên li Şemrexê di nav xwe de ji vê şîrînahiya bi navê mengeneyê re dibêjin ‘qedeyifa kurdan’.  Em vê di meha Çilê de çêdikin û dixwin. Zarok jî gelek jê hez dikin û ji bo tendurîstiyê jî baş e. Ji ber ku xwezayî ye û di aliye xweparastina laş de jî bi hêz e. Di çanda me de jî ev şêrînahî heye û em vê çandê diparêzin.”
 
‘Yê ku çanda xwe diparêzin jin in’
 
Hemdiye di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku jin di her demsalê de kedeke mezin didin û ev tişt anî ziman: “Li vê dere herî zêde xebatkar jin in. Jinên vê dere hem li derve hem jî di nav malê de xebatkar in û tim kedê didin. Jixwe amadekariya zivistanê jî bi destê jinan tê kirin û yên ku wê çanda resen diparêzin jî dîsa jin in. Jin an bi çandiniyê an jî bi sewalkariyê debara xwe dikin. Di her demsalê de kedê didin û ew keda ku didin jî bi cûrbecûr zehmetiyan tê dayîn.”