Dîlşat Canbaz: Yekane rê berxwedan e

  • 09:04 23 Çile 2022
  • Jiyan
 
STENBOL - Dîlşat Canbaz ya HDP’î da zanîn ku krîza li Kazakîstanê dişibe ya Tirkiyeyê û hikûmet bi heman rêbazan nêzî gel dibe û got: "“Dewlemend dewlemendtir, xizan jî xizantir bûne. Yekane rêya rizgariyê têkoşîn û berxwedane. Ya pêşeng jî gel bixwe ye. Dem dema serhildana gel e.” 
 
Li Kazakîstanê di 2’yê çile de ji ber zema ji bo benzîn hat kirin çalakiyên mezin pêk hatin û protesto ewil li Janaozen ku karkgeriyên petrolê lê hebûn dest pê kir lê piştre li hemû bajarên welat belav bû, bi taybet li bajarê herî mezin Almata pêk hat. Serokomarê Kazakîstanê Kasim Comert Tokayev çalakvan terorîst îlan kir û bi piştgiriya Rêxistina Ewlehiya Kolektîf (KGAO) û Yekîneyên Rûsyayê mudaxaleyê çalakiyan hatin kirin û talîmata ‘lêxe’ dan polîsan. Li seranserê welat di protestoyan de herî kêm 225 kesî jiyana xwe ji dest dan û 4 hezar û 353 kes birîndar bûn. Her wiha 18 hezar kes hatin binçavkirin û 8 kes hatin girtin.
 
Li Tirkiyeyê jî gelek aliyên li dijî krîza aborî û rêveberiya heyî nerazîbûn nîşan didin dem bi dem kolanan bikar tînin û ev jî girtin û zextan tên çewisandin. Çend mehe li Tirkiyeyê xizanî her diçe giran dibe, her roj zem tên kirin û tevî zêdebûna enflasyon û dovîzê desthilatdarî rewşê bi destê çapemeniyê empoze dike.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Dîlşat Canbaz der barê krîza aborî, zemên tên kirin, xizaniya gel û protesto û rêya divê bê şopandin de nirxandin kir.
 
‘Krîz xwe ji kûrahî dide hîskirin’
 
Dîlşatê daxuyakirin ku piştî li Kazakîstanê çalakî hatine destpêkirin hikûmetê ji Rûsyayê alîkarî xwestiye û wiha got: “Di daxuyaniya Rûsyayê de ne zema ji bo benzîn hatiye kirin ne krîza li wir, tovên nîfakê ya hêzên derve û hundir hatiye avêtin û bi vê re bi zema hatiye kirin mirov daketine kolana.  Ne daxwaza gel hat gotin ku hinek   aloziyan derdixin.”
 
‘Hemû kesên dertên holê terorîstin’
 
Dîlşatê destnîşan kir ku rewşên wisa li Tirkiyeyê jî tên jiyîn û ji bo kesên dertên holê dibêjin terorîst an jî dibêjin ‘kesên dertên derve diyar in’ û wiha bi lêv kir: “Bi giştî desthilatdarî dewlet û serdest yên derdikevin kolanan terorîst dibînin. Desthilatdarî naxwazin krîzê bibînin. Wek Tirkiyeyê li gelek welatan krîza aborî bi giranî tê jiyîn.”
 
‘Xizaniya li Kazakîstan û Tirkiyeyê wekheve’
 
Dîlşatê gotinên xwe wiha domand: “Desthilatdarî ji gelê ku derdikeve kolanan ditirse. Daxwazek mafdar heye. Li cihekî ji bo benzîn zem heye li cihekî ji bo nan heye. Li her deran jî xizanî heye. Serdest ji bertekan ditirse. Ji ber dizanin ku wê desthilatdariya wan biheje. Xizaniya li Tirkiye û Kazakîstanê wekheve. Îro ji sedî 125 zem ji bo ceyranê hat kirin, ji bo gaz û gelek tiştên din zem hat kirin. Mûçeyê asgarî 4 hezar û 250 ye. Ev têrî lêçûna malbatekê nake. Mûçe 10 hezar be jî têr nake. Serokomarê AKP’ê Tayîp Erdoga gel tehdîd dike. Karker divê derkevin kolanan û mûçeyên xwe nagirin. Divê li dijî vê berxwedan hebe. Li welat her diçe hejmara betalan zêde dibe, krîza aborî, xizanî û birçîbûn heye. Bêguman yên herî bi bandor dibin jî jin in.”
 
‘Divê gel li kolanê be’
 
Dîlşatê destnîşan kir ku divê gel li dijî vê dakeve kolanê û wiha dirêjî dayê: “Yên vê rewşê biguhere gel e. Wek Kazakîstan, Yewnanîstan û welatên din maf û daxwaz bi têkoşînê hatin bidestxistin. Desthilatdarî hewl dide bi tehdîsan pêşî li gel bigire. Îro li Tirkiyeyê krîzek giran tê jiyîn. Gelek partiyên siyasî yên Tirkiyeyê ji bo protestoyên Kazakîstanê danezan îmze kirin. Di vê danezana hevpar de ziman û zîhîn jî dibe yek. Li dijî berjewendiyên gel serdest dibin xwedî vê ferasetê. Maf û daxwaz tên îlegalîzekirin û terorîzekirin. Ev ji bo Tirkiyeyê peyameke. Divê gel vê baş bixwîne û di hilbijartinan de bersiva vê bidin. Krîz berhema polîtikaya 20 salan a desthilatdariyê ye. Divê ev baş bê dîtin. Bi zanebûn dovîz bilind bû û ket. Li welat bi rastî xizaniyek pir mezin heye. Ev krîz siyaseta bi zanebûne.”
 
‘Ew gel nayê dîtin’
 
Dîlşatê her wiha balkişand ser pandemiyê û wiha bi lêv kir: “Di salekê de sê wezîr guherîn. Wezîrê aboriyê çû. Zava çû, bi her hatinekê jî bûyerek û damgayek dibe. Dibêjin ‘hûn bi dolar dixebitin, mûçeyê we dolare’ bi gel qurfên xwe dikin. Heta vir hatina wan polîtîkayeke bû.  Xizanî, birçîbûn, betayla gel nabînin. Gel ji bo li ser piya bimîne têdikoşe. Di pevajoyên pêş de wê gel ne tenê li dijî krîza aborî wê li dijî xelat, krîza avhew û hişkesaliyê jî têbikoşe. Desthilatdariyê ji zûde dema xwe tije kiriye. Dema hilbijartin pêk bê jî desthilatdariya bê divê teqez pirsgirêka kurd dane ser maseyê. Li welat pirsgirêka kurd heye, pirsgirêka girtiyan heye. Bi berxwedana vir û berxwedana girtîgehan û Kurdistanê yeke. Divê pirsgirêkên welat bên çareserkirin. Rêveberiya ku ji gelê kurd û gotina Kurdistanê nerehet mahkumê windakirinê ye.”
 
‘Kurd û Elewî tunebin naveroka rêveberiyê valaye’
 
Dîlşatê bi lêv kir ku divê bernameyek aştiyane, wekhev û azad bidin berxwe û diyar kir ku di bernameyeke ku kedkar, karker, jin, ciwan, elewî û kurd tunebe de, ew rêveberî naveroka wê vala ye. Dîlşatê wiha dawî lê anî: “Dewlemend dewlemendtir, xizan jî xizantir bûne. Xizaniyek giran heye. Yekane riya rizgariyê têkoşîn û berxwedane. Ya pêşeng jî gel bixwe ye. Dem dema serhildana gel e.”