Pêşengên jiyana dijwar: Jinên koçer

  • 09:04 16 Çile 2022
  • Jiyan
 
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX -  Jinên koçer ên ku konên xwe li gundê Kiwex a Hezexê vedane, xwediyê li heman çîrokî ne. Jinan, da zanîn ku ligel xweşika koçeriyê zehmetiyên wê jî gelek in û gotin: "Bar hemû li ser milê jinê ye. Lê ligel her zehmetiyê jî em dibin pêşengên jiyanê." 
 
Koçerên ku bihar û havînê diçin zozanan, zivistanê jî dadikevin gundan û li wir kon vedidin. Koçerên ku li gundê Kiwex ê navçeya Hezexê ya Şirnexê kon vedane, 5 mehan li vir li benda hatina biharê dimînin. Jinên koçer ên ku di 4 demsalan de bi zehmetiya jiyanê re rûbirû dimînin, ji ajansa me re hem behsa serpêhatiyên xwe kirin û hem jî behsa jiyana koçeriyê kirin. 
 
‘Biharê em berê xwe didin zozanên Feraşînê' 
 
Fatîm Ete, 5 mehan li gundê Kiwexê konên xwe datinînin, bi destpêkirina biharêr e jî berê xwe didin zozanên Feraşînê. Fatîme, diyar kir ku li vir hejmara koçeran zêde ye û wiha axivî: "Em zarokên koçera ne û jiyana me her tim bi koçeriyê dom kir. Koçerî parçeyek ji jiyana me ye. Malbata min jî koçer bûn niha jî koçer in. Ligel zor û zehmetiya jiyan koçeriyê dîsa em hez vê jiyanê dikin. Ev nêzî 4 sal in em di meha gulanê de berê xwe didin zozanên Feraşînê û bêrîvaniyê dikin. Em li zozanan şîr didoşin, mast û penîrê xwe li zozanan çêdikin. Bi firotina wan jî debara xwe dikin."
 
'Em zivistanê tên li gundan bi cih dibin'
 
Fatîme, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser zehmetiyên demsala zivistanê û got: "Em ji eslê xwe ji Hezexê ne. Ji ber pezên xwe em zivistanan li gundan konên xwe vedidin. Ji bo me zivistanê jiyan zehmet e. Dema baran dibare jiyan bêtir zor dibe. Em di konan de sobe pêdixin û xwe germ dikin. Ev der gelek sar e, lê êvarê zêdetir sar e. Tu tiştek bê zehmet tuneye, lê koçerî zehmetir e. Ev zehmetî jî bi taybetî li ser milê jinê ye. "
 
'Ez bûm berdêliya bavê xwe' 
 
Fatma Ertan a 40 salî wek bi hezaran jinên kurd di temenê biçûk de bi zora malbatê tê zewicandin. Fatmayê wiha behsa serpêhatiyên xwe kir: "Piştî ku diya min jiyana xwe ji dest da bavê min, min kir berdêliya xwe. Ev tişt ji bo min gelekî zehmet bû. Ez biçûk bûm û bûm berdêl. Di biçûktiyê de barekî mezin danîn ser milê min. Heman karê ku min li mala bavê xwe dikir piştî zewicandinê jî dom kir." 
 
‘Dayikan min jî koçeriyê dikir’
 
Fatma, da zanîn ku ew di nava rojê de cil û bergan dişo, malê paqij dike, xwarinê çê dike, zarok û sewalan xwedî dike û wiha pê de çû: “Roja min her tim wisa derbas dibe. Mêr diçin ber pêz şivantiyê dikin. Koçerî jî ne wek berê ye û gelek zehmet e. Aliyek qeyrana aborî û aliyek jî hişkesalî. Em niha nikarin  ceh û ka bistînin ji ber ku gelekî buhaye, her wiha ji ber hişkesaliyê jî şînatî nîne û şîr jî tuneye. Her wiha di demsala zivistanê jî em bêtir bi zehmetiyan re rûbirû dimînin. Di konan de mayîn bêtir zehmetiyan bi xwe tîne."
 
'Em havînê berê xwe didim zozanên Feraşînê'
 
Fatma destnîşan kir ku çanda koçeriyê ji dayika xwe hînbûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dayikan min jî koçer bû. Ez zarok bûm bi malbata xwe re diçûm zozan û deştan. Her wiha di çanda koçeriyan de ristina teşî û çêkirina tûrikan heye ez vî karî ji malbatê hînbûm. Ez bi risên ku dirêjim ji bo hestiran werîsan çêdikim. Ez tûrikan çêdikim ku zarokên min tiştên xwe bixin nav. Her wiha zarokên min li Hezexê dixwinîn, yên ku naxwînin jî li cem min dimînin. Em havînê berê xwe didin zozanên Feraşînê. Zivistanê jî tên li deştê."
 
‘Ez her koçer bûm...' 
 
Gulsîn Kaya (20), ji zarokatiyê heta îro her tim koçer bûye û wekî jinên derdora xwe hêj biçûk bû hatiye zewicandin. Gulsim, wiha behsa xwe û jiyana xwe kir: "Jiyan bi xwe zehmet û zor e, lê ji bo me bêtir zehmet e. Kar û barên jinên koçer bêtir giran e. Malbata min jî koçer bûn û ez bi wan re jî diçûm û dihatim. Piştî ez zewicim jî dîsa koçeriya min dom kir. Ji ber koçeriyê min derfet nedît ku ez biçim dibistanê. Jiyan her ji bo min koçerî bû"
 
'Havîn jiyan li gor zivistanê hêsan e'
 
Gulsîn wiha bal kişand ser zehmetiyên ku dijîn: "Havînê jiyan li gor zivistanê hêsan e. Lê zivistanê jiyan gelekî zehmet e. Baran û berf e, dinya sar e. Tişta herî zêde bandorê li me dike sermaye. Em nava rojê û êvarê sobê pêdixin. Dema sobe vemire, kon gelek sar dibe. Her wiha em serê sibê saet 05.00’an de radibin taştêya şivanan didin û piştre taştêya şivanê pezên zayî didin û ew jî diçin. Dema saet dibe 08.00 jî em dest bi karê malê dikin. Heta êvarê em kar û barê malê re û bi zarokan re mijûl dibin. Her roja me wisa derbas dibe. Çend zehmet be jî em hinê vê jiyanê bûne.”
 
'Jin karê mêran jî dikin...'
 
Gulsîn, destnîşan kir ku jin dikare her karî bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ligorî min ger ku jin nebin zilam nikarin tiştekî jî bikin. Jin her tim ji mêran re dibin pêşeng. Jin dikarin hemû karên mêran bikin û her wiha şivantî jî di nav de. Lê belê mêr tenê karê şivantiyê dikin û ji bilî vî tiştekî nikarin bikin jî. Ligel her tiştî û her cureyên zehmetiyan li vir jiyaneke hevpar a di navbera ciranan de heye. Jiyana me her bi hev re ye. Ev tişt ji bo me pir baş e.