‘Ger jin bixwazin dikarin tov veguherînin baxçeyê kulîlkan’

  • 09:05 2 Kanûn 2021
  • Jiyan
 
COLEMÊRG - Ozlem Zengîn ya li Geverê kargeha wê heye wiha got: “Jin bixwaze  dikare tov veguherîne baçxeyê kulîlkan.” Ozlemê bi bernameyên ji bo îstîhdama jin, zarokên astengdar ku çêdike, hedef dike ku pêşiya wan vebike.
 
Ozlem Zengîn li Gever a Colemêrgê dijî û demek berê kafeyek vekir. Hemû alavên kafeyê ji alavên bermayî çêkir. Dîsa li kargeriya xwe rojên xwendinê organîze dike û bi bernameyên cuda, hewl dide ji bo zarokên sendroma down û astengdar tiştekî bike. Beşeke kafeyê jî ji bo jinên dixwazin berhemên xwe bînin bifiroşin veqetandiye. Ozlemê da zanîn ku  kesên bên kargeha wê divê dema xwe vala derbars nekiin û wiha got: “Em ê hêza xwe nîşanê  kesên dibêjin ‘jin nikarin bi tena serê xwe tiştekî bikin’ bidin.”
 
Fikra ‘jin tenê nikarin tiştekî bikin vala derket’
 
Ozlemê destnîşan kir ku fikra avakirina kargehê her tim bi hevalên xwe re axiviye û bi piştgiriya hevalên xwe vekiriye. Ozlemê got ew naxwaze kafe tenê wek cihekî ku dem lê derbas bibe, bimîne û bi bernameyên dike, ji bo zarokên sendroma down û astengdar dibe hêvî. Ozlemê da zanîn ku xwestine ji bo jinan jî piştgiriyek wan hebe û li kafeyê standek ji bo jinan vekirine û jin li wir berhemên xwe dikarin bifroşin. Ozlemê wiha vegot: “Jin dikarin tov veguherînin baxçeyê kulîlkan. Di alî aborî de divê jin girêdayê kesî nemînin û li ser piyên xwe bisekinin. Ev ne tiştekî zehmet e, hevalên me yên jin dikarin bikin. Ne ferze cihek bê vekirin. Dikarin mala xwe jî wek kargerî bi kar bînin. Hun dikarin odeyek xwe wek atolye bi kar bînin. Aboriya xwe ava bikin.”
 
‘Em hêza jinê nîşan bidin’
 
Ozlemê bi lêv kir ku piranî alavên kafeya xwe ji bermahiyan çêkirine û ev tişt daxuyand: “Min bi butçeyek biçûk ev proje xist jiyanê. Heta ji destê me hat me her tişt bi destê xwe çêkir. Me refên xwe bi xwe çêkirin. Me xwest em kedê derxin pêş. Me xwest em hêza jinê nîşan bidin. Me xwest em nîşan bidin ku jin bi keda xwe dikare kar bike. Me bi bermahiyan alavên xwe çêkirin. Plastîk li xwezayê hezar salî dimînin. Gelek zirarê didin. Me plastîk kom kirin û boyax kirin. Şîşeyên cam jî wisa ne. Me ev jî kirin aksesuar.”
 
Mirov bi biryar bin dikarin bikin’
 
Ozlemê di dawiyê de wiha vegot: “Ne tiştekî zahmet e. Bila tenê jin bixwe bawer bin. Bawerî hebe dikarin her tiştî bikin. Ger jin bixwe bawer bin bila li bendê bav, bira, hevjîn nesekinin.  Dema me nû dest bi vî karî kir em bi biryar bûn. Ger mirov bixwe bawer bin divê mirov dest jê bernedin.”