Jina li hemberî zilmê serî netewand: Nebahat Îşçî

  • 09:02 28 Mijdar 2021
  • Jiyan
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Nebahata ku di temenê zarokatiyê de bi kesekî qumarbaz re hat zewicandin, bi salan bi tûndiyê re rûbirû maye.  Lê Nebahat li gel tundiya lê hatiye kirin jî tucarî serî netewandiye. Nebahat a niha ku di nava xebatên rêxistinî de cih  digire bang li jinan kir ku li hemberê tundiyê serî netewînin û werin bi awayê rêxistinkirî dengê xwe bilind bikin.
 
Ji ber hişmendiya baviksalar wekî hemû civakan di civaka me de jî bi şêwazên cuda li jinan tundî hatiye kirin. Li gel jinên ku li hemberî vê tundiyê bêdeng mane jinên ku ji tundiyê re serî netewandine jî hene. Van jinên ku bêdeng nemane û di her şert û mercan de li ber xwe dane, hêz dane jinên ku tundî li wan tê kirin.  Gelek jinan li ser vê yekê li ser erdnîgariya xwe dîrok nivîsandinE û bûnE sembola têkoşîna jinan. Ji van jinan yek jî Nebahat Îşçî ye. Nebahat wekî bi hezaran jinên din piştî ku bi salan tundî lê hatiye kirin, herî dawî li hemberê tûndiyê serî rakiriye. Nebahat neheqiya lê hatiye kirin û hêrsa xwe ya bi salan bi xebata xwe ya di nava rêxistina jinê de û bi tililiyên xwe yên di çalakiyan de tîne ziman. 
 
Nebahat a ku 40 salî ye bi eslê xwe ji gundê Meydîn ê Cizîra Şirnexê ye, di temenê biçûk de dayik û bavê wê di qezeya trafîkê de jiyana xwe ji dest didin û li ser vê yekê li cem xalê xwe dimîne. Nebahat a ku zarokatiya wê bi carekê re vediguhere dojehê di 14 saliya xwe de bi darê zorê ji aliyê xalê xwe ve bi kesekî qumarbaz re tê zewicandin. Piştî zewacê jî çîroka nebahatê ya bi êş dest pê dike. Nebahat dest bi vegotina serpêhatiya  xwe dike û dibêje “Ez hîn zarok bûm û di temenê zarokatiyê de zarokên min çêbûn. Bavê zarokên min bi qûmarê dilîst. Carna diçû 10-20 rojan nedihat malê. Dema dihat malê jî tundî li min dikir. Bi şev û roj li min dida. Min dixwest biçim lê zarokên mein hebûn û min nikaribû dest ji wan berda. Ji ber ku bavê wan pereyê xwe hemû dida qumarê kesekî ku zarokên min xwedî bike tune bû. Ez û 6 zarokên xwe hertim li malê birçî diman.”
 
‘Her roja min bi tundiyê derbas dibû’
 
Nebahat a ji bo zarokên xwe xwedî bike dest bi xebatê kiriye wiha berdewam dike: “Ji bo ku zarokên min ji birçîna nemirin min dest bi xebatê kir. Min zarokên xwe datanîn cem cîranan û diçûm kar. Min dendikên zebeşan dikelandin û difrotin. Gelek caran heta ez dihatim malê zarokên min birçî radizan. Heta ku kirêya mala min derbiketa ez dixebitîm. Min zarokên xwe di nav şert û mercên zor û zehmet de mezin kirin. Ji neçarî min caran dixwest xwe bikûjim, lê zarokên min dihatin ber çavên min. Pereyê min bi keda xwe dianî malê jî bavê zarokan bi lêdanê û zorê j imin distand. Weris dikir qirika min û min ji erdê ve kaş dikir ji bo ku pere ji min bistîne. Ji ber ku deynên wî hebûn her roj xwediyê deynan dihatin ber derî û deynê xwe dixwestin. Carek ji ber ku min pere neda bi kêrê êrîşî min kir û min bi giranî birîndar kir. Cîranan min rakir nexweşxaneyê. Piştî îfadeya min girtin ew kirin binçavan û piştre carekedin berdan. Ne bi tenê bavê zarokan malabata wî jî êrîşî min dikir. Lê li gel ku bavê wan bû jî li zarokan jî îşkence dikir û cigare bi laşên wan ve datanî. Her roja min bi tûndiyê derbas dibû. Dema şaredarî di destê HDP’ê de bû min li beşa paqijiyê dest bi kar kir.  Ez ji bo zarokên xwe li ser nigan mam. Lê dema qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin, qeyûmê min jî ji kar avêt.”
 
Li hemberê tundiyê serî rakir
 
Nebahat a ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nas dike û serî li hemberî tundiyê radike di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje, "Piştî ku min hêza li hemberî şîdetê derkevim bi xwe re dît, min biryara xwe da û tercîha xwe kir.  Salekê ji bo debara xwe bikim di çayxaneya HDP'a Cizîrê de xebitim. Lê  piştre bi awayek aktîf tevlî xebatên jinan jî bûm. Ez her roj bi jinên HDP’yî re kolan bi kolan geriyam û min xwe gîhand gelek jinan. Dema em diçûn gund, kolan û malan me çîrokên jinan guhdar dikirin. Ez niha bi awayek aktîf di nav xebatên jinan de cih digirim. Min sozek da xwe û min got ez ê tu carî li hember zilmê serî natewînim û min netewand. Ez îro li qadan li hember zilmê serî radikim. Piştî ku min hêza xwe dît ji ber tundiya li min dihat kirin min xwest dest ji mêrê pê re hatime zewicandin berdim. Têkoşîna min didome lê ji ber hin sedeman niha nikarim dest jê berdim.”
 
Ji bo 25’ê Mijdarê li kolana ye
 
Nebahata ku di çalakiyan de bi tililiyên xwe tê nasîn di 25’ê Mijdarê de carekedin berê xwe da qadan û di nav xebatan de cihê xwe girt. Nebahat wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çîroka min bê dawî ye.  Heke em jin bibin yek em dikarin her tiştî bikin û li hemberî zilmê têbikoşînin. Divê jin li hemberî zilmê serî netewînin û em ne koleyên mêran e. Zarokên min jî niha mezin bûne û piştgiriya min dikin. Ger ku jin li hemberî zilmê bêdeng bimînin wê gelek tişt bên serên wan. Bila bên em xwe birêxistin bikinû li hemberê vê zilmê serî rakin. Divê em destûrê nedin ku tundî li me bê kirin. Tûndiya ku li min hat kirin bila li tu jineke din neyê kirin. Min bi saya tevgera azadiya jinên kurd û HDP’ê serî rakir. Ez her tim bi têkoşîna xwe serbilind im. Ez niha di nava xebatên jinê de cih digirim û ez ê heta dawiyê jî cih bigirim. 'Şêr şêre, çi jine çi mêr e'. Dema ku em jin serî rakirin dê mêr nikaribin tu tiştî bînin serê me.”