Cureyekî nû yê mirovan hat dîtin

  • 11:51 31 Cotmeh 2021
  • Jiyan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hinek delîlên derbarê cureyê nû yê mirovan ê ku 500 hezar sal berê li Efrîqayê jiyane hat dîtin. 
 
Mirovên zanistê hinek delîlên derbarê cureyê nû yê mirovan ê ku 500 hezar sal berê li Efrîqayê jiyane dîtin. Navê vê cureyê Homo bodoensis e û tê texmînkirin di serdema Pleistosena Navîn jiyane. 
 
Navê Bodoensis ji navê hestiyê serî yê Bodo D'ar' ê li Etiyopyayê hatiye girtin. Li gor pisporan ev serdem di dîrokê de xwediyê taybetmediyeke girîng e.