Cureyekî nû yê mirovan hat dîtin 2021-10-31 11:51:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Hinek delîlên derbarê cureyê nû yê mirovan ê ku 500 hezar sal berê li Efrîqayê jiyane hat dîtin.    Mirovên zanistê hinek delîlên derbarê cureyê nû yê mirovan ê ku 500 hezar sal berê li Efrîqayê jiyane dîtin. Navê vê cureyê Homo bodoensis e û tê texmînkirin di serdema Pleistosena Navîn jiyane.    Navê Bodoensis ji navê hestiyê serî yê Bodo D'ar' ê li Etiyopyayê hatiye girtin. Li gor pisporan ev serdem di dîrokê de xwediyê taybetmediyeke girîng e.