Ji nav erdan heta malê, binpêkirin mafê wan tê binpêkirin

  • 09:01 11 Tîrmeh 2021
  • Jiyan
 
WAN - Jinên li nav erdan bi 12 saet mesaî ji mêran kêmtir pere digirin, piştî tên malê li malê jî kar dikin, li zarokan dinêrin û 6 saet mesayî jî li malê dikin. Jinên bi barê giran dest bi rojê dikin, rojaneya wan 60 TL ye. Hinek bi vî pereyî 5 lître run digirin û hinek jî hewl didin ku bi vî pereyî zarokên xwe têr bikin.
 
 Bi hatina havînê re germahiya ku digihêje 36 dereceyî derbas dike,  bêguman herî zêde bandorê li ser kesên li nav erdan dixebite dike. Jinên li nav erdan 12 saetan dixebitin, di heman demê de 6 saetan jî li malê kar dikin û li zarokan dinêrin. Jinên ku bi mêran re li nav erdan heman karî dikin, ji mêran kêmtir heqdest digirin û ev jî mexduriyeta jinan du qat zêde dike. Jinên li nav erdên firingî, xiyar, zebeş û petêx dixebitin, diyar dikin ku carna 2 meh carna 3 mehan dixebitin û ji ber berhem nû dikeve bazaran pereyên xwe hîna negirtine.
 
Sedema zêdebûna karkerên jin: Heqdestê kêm
 
Jinên ku piranî ji taxa Suphan a Artemîta Wanê diçin Gewaşê dixebitin diyar dikin ku saet di 06.00’an de şiyar dibin û di 08.00’an de jî dest bi kar dikin.  40 karker hene û piranî jinin. Sedema zêdebûna hejmara jinan jî ev e ku heqdestê jinan kêm e. Mêr bi  piranî  xebata li nava erdan qebûl naki û sedema vê jî bi piranî ji ber ku di sektora înşatê de dixebitin. Jin rojane bi 60 TL dixebitin.
 
Piranî di bin temenê 20'î de ne
 
Piranî kesên dixebitin di bin temenê 20’î de ne û xwendekarên lîseyê ne. Xeyalên wan hene û hinek dixwazin bibin, mamoste, dixwazin bibin bijîşk û dixwazin li konservatuarê bixwînin. Hinek jî ji bo ku di cejnê de cil û bergan bigirin tên dixeitin.
 
‘Em nikarin hewcedariya mutbexê jî bigirin’
 
Gulê Akkoyun a ku dane ser hewiyê got: “Ji ber aborî ne baş e neçarim bixebitim. Ev du mehe dixebitim. Rojane 60 TL digirim. Em 6 nifûsin. Hevjînê min di înşatê de dixebite. Ez nikarim di cejnê de cilan bigirim. 5 lître run 75 TL ye. Em nikarin hewcedariyên mutbexa xwe bigirin.”
 
‘Em neçarin di vê germê de bixebitin’
 
Gulê got ew dane ser hewiyê û wiha dirêjî dayê: “Zarokên min çênebûn.  Hêwiya min astengdar e û 4 zarokên wê hene. Ji ber astengdariyê li nexweşxaneyê hat razandin. Ez li zarokên wê dinêrim. Ez saet 06.00’an de diçim ser erd. Ez gîhayê nava erd paqij dikim. Em neçarin di bin vê germê de bixebitin. Em piştî karê ser erdan diçin malê, lê em li malê jî her tim li ser piyan e. Em cilan, firaqan dişûn û zarokan xwedî dikin. Em xwarinê jî çêdikin. Ez 20 deqeyan nikarim runêm. Eziyet bû qedera me.”
 
‘Ez xwazim zarokên min hewcwedarî kesî bin’
 
 Hulya Olgur jî daxuyakirin ku 6 zarokên wê hene, 4 heb xwendekarin, li malê tenê ew dixebite û got: “Ev 20 roje min dest bi kar kiriye. Lê hîna me pere negirtiye. Yekane daxwza min ev e ku zarokên min hewcedar kesî nebin.”