Bêrîvan dersên yogayê bi Kurdî dide

  • 09:03 24 Hezîran 2021
  • Jiyan
Marta Somek
 
STENBOL - Hîndekara yogayê Berîvan Turan ku tevî hemû astengiyan dersan bi Kurdî dide, di vê qadê de ya ewil e.
 
Hîndekara yogayê Berîvan Turan li Stenbolê tevî şertên pandemyê û zextên civakî, yogayê bi zimanê xwe kurdî dide û di vê qadê yek e.  Berîvanê got sedema esas ya ku bi kurdî dersê dide eve ku zimanê xwe bide jiyîn û got eleqe gelek zêde ye.
 
‘Çima ez bi kurdî nedim!’
 
Berîvanê bi lêv kir ku dema dest bi yogayê kiriye, mamosteyên ku bi ingîlîzî, fransî, erebî  û farsî ders didan hebûne û li ser vê wê jî gotiye çima bi kurdî neyê dayîn û der berê mijarê de wiha bi lêv kir: “Hîndekarekî min got tuyê çawa bi kurdî dersê bidî, kurd çi ji yoga û hunerê fêm dikin.’ Ez ji ser van gotinan derketim rê û min got çima kes bi kurdî dersê nade û ez çima nadim. Min jî ji bo kal, pîr, bav û zimanê xwe xebatek wisa da destpêkirin.”
 
‘Xwendekarek min ji bo kurdî fêr bibe tê yogayê’
 
Berîvanê wiha dirêjî dayê: “Dema min dest bi mamostetya yogayê kir, pandemî dest pê kir. Min hemû ders bi rêya onlîne dan. Ez hîna dersên xwe ji ser zoomê didim. Ji Stockholm, Berlîn, Îran, Mêrdîn, Amed û gelek bajarên din xwendekarên min hene. Carna sibehê, carna êvaran, carnan bi şev dersan didim. Ez li gorî rewşa xwendekaran saetan diyar dikim û dixebitim. Hejmara kesên ku dixwazin bi kurdî yogayê bikin gelek zêde ye. Xwendekarek min tenê ji bo kurdî fêr bibe tê yogayê. Heta ji destê min tê ez dibim alîkar. Piştî demekê dixwazim dersên komî bidim. Piştre dixwazim kom bi kom dersên medîtasyon û yogayê bidim.”
 
‘Ji bo zimanê xwe dikim’
 
Berîvanê destnîşan kir ku ew ji bo zmianê xwe vê dike û dixwaze yoga bi kurdî li her derê belav be. Berîvanê der barê bertekên pê re tê rû hev jî wiha ragîhand: “Yên piştgiriyê didin, yên nadin, yên şermezar dikin hene. Yên dibêjin eleqeya yogayê bi kurdî çi ye, hene. Yê dibêjin tu tayt li xwe dikî, tu lingê xwe davêjî heta ser serê xwe. Hewl didin lînç bikin. Ligel van yên ku piştgiriyê didin, dibêjin em ligel te ne jî hene.”
 
‘Dema min yoga bi kurdî nivîsî dixwazim her kes bixwîne’
 
Berîvanê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Dema min nû dest pê kir gelek hevalên min yên ne kurd piştgirî dan min. Ez gelek kêfxweş bûm. Min bertekên gelek xweş û erênî girtin.  Ewil gotin li ser înternetê malpera kurdî veke, li ser înternet û înstagramê wê navê te belav bibe.  Ez li ser înternetê nivîsan dinivîsim. Li ser yogeyê û yogayê vedibêjim. Lê van nivîsan naxwînin. Tenê li wêneyan dinêrin. Ev jî min xemgîn dike. Ez dixwazim ku dema bi kurdî yogayê vedibêjim, her kes bixwîne, parve bike û piştgiriyê bidin min.”
 
‘Ez diyariyî jinên kurd û hemû jinan dikim’
 
Berîvanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez yogaya xweya bi kurdî dikim di serî de ji bo jinên kurd û ji bo hemû jinan diyarî dikim. Ez yogayê bi zimanê xwe didim. Ez her tim axaftina bi kurdî tercîh dikim. Bi yogayê min xwe gîhand gelek jinî û ev jî min kêfxweş dike.”
 
Li ser hesabê înstagramê hun dikarin ji vir  xwe bigihînin xebatên Berîvanê.