Gulîzara ku vegeriya gundê xwe, xwedî li çand û xwezaya xwe dertê

  • 09:05 8 Gulan 2021
  • Jiyan
Gulîstan Azak
 
DÊRSÎM - Gulîzar Uçan ji ber polîtîkayên şerê taybet gundê xwe terk kiribû, ji nûve vegeriya gundê xwe û xwedî li çand, xweza û zimanê xwe dertê. Gulîzar bi karê mêşvaniyê piştgiriyê dide avakirina gundê xwe.
 
Li Dêrsîmê ji ber polîtîkayên taybet ên dewletê di salên 90’î de gund hatin şewitandin û valakirin. Welatiyê wê demê neçar mabûn derkevin, di salên dawî de ji nû ve vegeriyan û xwedî li xweza û çanda xwe dertên. Yek ji van gundan jî gundikê Han ê ji gundê Hakîs ê navçeya Nazimiye ya di 1993’an de hatibû valakirinê ye. 
 
Gundikê Han qadeke jiyanê ya dewlemend e û bi xweza û nebatên xwe balê dikişîne. Di 2008’an de vegera li gundan destpêkir û welatiyan dest bi çêkirina xaniyên xwe kirin.  Welatî  li gund li kontarên çiya mêşvaniyê dikin û debara xwe bi hingivê ji mêşan hildiberînin dikin.
 
‘Hem hewcedarî hem jî debar e’
 
Jina bi navê Gulîzar Uçan ya 60 salî jî vegeriyaye gund û mêşvaniyê dike. Hingivê xwe hinekî difroşe hinekî jî ji bo xwe hiltînin. Gulîzarê ev tişt vegot: “Li herêmê cihên qedexe zêde ne. Mînak gundê nêzî me Kervan û Xilves hîna qedexene. Kuleyên leşkeran li wir hene. Ji kuleyan mirovan dişopînin.  Ji ber qedexeyê sewalkarî nayê kirin. Yekane debara mêşvaniye.”
 
‘Divê jin li dijî newekheviyê bi israr bin’
 
Gulîzarê axaftina xwe wiha domand: “Mêşvanî hezkirin û hêzê dixwaze. Ji ber vê jin dikarin bikin. Divê jin li dijî newekheviya zayendî bi israr bin. Jin li gorî mêran baştir mêşvaniyê dikin. Gelek jin wek min hene. Em mêşan xwedî dikin. Hemû kar û barê wan pir baş pêk tînin. Tenê bila em bixwazin. Jin pir baş vî karî dikin.”
 
‘Dewlemendiya herêmê bandorê li ser kalîteya hingiv dike’
 
Gulîzarê wiha berdewam kir: “Xwezaya vir, kalîteya hingiv zêde dike. Çem, kulîl û şûlavên me. Bêguman ji ber van xweşikahiyan hingiv jî xweş dibe. Gelek kes ji bo hingivê me tehm bikin tên vir. Jiyan li vê erdnîgariyê heye. Ligel hingiv em şîlanan jî difroşin. Bi şîfa ye. Nebatên din yên biharê dertên jî bi şifa ne. Em wan jî kom dikin.  Hemû hewcedariya xwe em ji xwezayê pêk tînin.”
 
‘Kevirek jî nehiştine’
 
Gulîzarê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em kêfxweşin ku vegeriyane axa xwe. Dema em ji axa xwe dur ketin em pir xemgîn bûn. Gelek caran min digot xwezî ez bimrama lê ez derneketima ji gund. Me hesreta gundê xwe kişand. Dema em hatin dewletê pir zehmetî derxist.  Dema me gund dît em matmayî man. Kevirek li ser hev nehiştibûn. Dar hatibûn birîn. Ji bo em derkevin hewl dan. Em bi fikar bûn ku wê bi şev bombeyan bi ser me de bibarînin. Hinek kon vedan hinekan bereqe çêkirin. Em li gundê xwe ne niha . Em ê li vir bin. Em ziman, çand û xweza xwe bernadin. Ez bang li hemû kesî dikin ku vegerin gundê xwe û xwedî li çand û xweza xwe derkevin.”