Qenala Şamranê veguherî sergo!

  • 09:03 7 Gulan 2021
  • Jiyan
Hîkmet Tunç
 
WAN - Qenala Şamranê ya Wanê ku bi dîroka xwe tê zanîn, ji ber bermahiyan veguheriye sergo. Bi germahiya hewayê re bîhna wê li her derê belav bû û ji ber zarok di qenalê de soberiyê dikin jî bi pirsgirêkên tenduristiyê re tên rû hev. Welatiyan bertek nîşanê DSÎ'yê dan.
 
Qenala  Şamranê ya li Wanê beriya zayînê di navbera 810 û 786’an de ji aliyê Kralê Urartu Menua ve hatiye çêkirin. Qenala  ku nêzî 50 kîlometreyî ye, bi hezaran salane hebûna xwe diparêze. Ava wê  jî ji bo hewcedariya bajar hat bikaranîn. Lê ji ber bermahiyên malan niha veguheriye sergo.
 
Şênî hîna jî ji ava wê fêdeyê digirin
 
Navê Şamranê heta  Keybanuya Asur Sammuramat (Semîramîs) dirêj dibe. Li gorî lêkolîneran bendav, gol û qenalên avê yên Urartu ji xeynî li du derê cîhanê ji ber taybetmendiyên xwe nayên dîtin. Qenala Şamranê jî heta îro tu texrîbat negirtiye û hatiye. Welatiyên li dora qenalê bi cih bûne jî, ji ava diherike fêdeyê digirin.
 
Ji salê carekê çopa wê paqij dikin
 
Qenala ji dora Keleha Wanê û ava şîrîn dibe navenda bajar, niha veguheriye çopê. Qenala di dema Urartuyan de wek ‘heybeta endezyariyê’ hat nirxandin, di bin kontrola 17’emîn Midûriyeta Herêmî ya Karê Avê ya Dewletê (DSÎ) ji de salê carekê tê paqijkirin. Welatiyên ku bêperwa çopa xwe diavêjin qenalê, her derê wê kiriye çirav.
 
‘Navê xwe ji navê jinekê girtiye’
 
Jina bi navê Senem Bîlbana destnîşan kir ku bi germahiya hewayê re qenal ji ber çopê bîhn dide û serê qenalê hemû dibin pêşû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 7 sal in em li dora qenalê bi cih bûne. Bi qasî ez dizanim qenalê navê xwe ji navê jineke otorîter girtiye. Ligel girîngiya wê ya dîrokî, wateya wê jî pir mezin e.”
 
Ji bo parastinê bang
 
Senemê di dawiya axaftina xwe de wiha bang li rayedarên DSÎ'yê kir: “Ji salê carekê paqij dikin. Divê bêyî ku zirarê bidin dîroka wê bikin bin parastinê. Tenê çopê navêjin, mixabin kanalîzasyona gelek malbatan jî diherikê. Divê li taxa me kanalîzasyon jî bê çêkirin. Dema av ji qenalê tê zarok soberiyê dikin. Ev jî rê li berpirsgirêkên mezin vedike.”