Bi merhema Kezwanan şifayê belav dike

  • 09:04 8 Nîsan 2021
  • Jiyan
WAN - Jin bi merhema ku ji Kezwanan çêdikin, ji gelek nexweşiyan re dibin şifa. Merhema Kezwan bi taybet ji bo cihên laş ên şewitî, ji bo cihên reş-mor bûne û pelçiqîne tê bikaranîn.
 
Kezwan li herêmê bi taybet li Colemêrgê digihêje. Qahweya wan tê çêkirin û ligel vê ji kaşilên darên wê jî merhem tê çêkirin û ji bo gelek nexweşiyan dibe şifa. Ji hebên Kewazên ku tê hêrandin Qahwe tê çêkirin. Qahweya wê bi şîr an jî avê tê çêkirin û tehma wê jî gelek xweş e.
 
‘Piştî hişkbûnê bi destêr tê hêran’
 
Halîme Ertaş bi hatina biharê re ji Wanê diçe gundê Walto yê Colemêrgê û havînan li vir dimîne. Halîme diyar dike ku ligel gelek fêkiyan, dara Kewzan jî dihêje û wiha got: “Komkirina wê pir zehmete. Em piştî kom dikin dişon û hişk dikin. Piştre em bi destêr dihêrin. Dibe wek hineyê. Piştre em bi şîr û avê kahweya wan çêdikirin. Li gorî daxwazê bi çayê jî tên xwarin.”
 
‘Fêdeyên wê pir zêde ne’
 
Halîmeyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku Qahweya Kewzanê ji bo tenduristiyê jî pir başe, ji bo êşa mîdeyê, kuxikê gelek bi fêdeye, bi taybet zivistanê tê bikaranîn. Halîmeyê destnîşan kir ku ligel qahweyê ji kaşilê wê merhemê jî çêdikin û got: “Me ev kîfş kir. Bi salane em merhema wê di birînên şewatê, cihên mor, cihên birîn bûn didin. Bi saya vê merhemê birîn rehet dibin. Havînan em li gund in. Ji ber vê jî em bi nebatan şifayê ji xwe re dibînin.”