Nefeqeya nayê dayîn jiyana jin û zarokan zehmet dike

  • 09:06 18 Adar 2021
  • Jiyan
 
ENQERE - Nîqaşên sînorkirina nefeqeya piştî destberdanê tê dayîn, di rojevê de cihê xwe diparêze. Gelek jin tevî biryara dadgehê, nefeqeya ku divê bê dayîn nagirin. Yek ji van jinan jî Ayfer Yavuz e. Ayfer diyar dike ku ew nikare debara xwe bike û banga piştevaniyê kir.
 
Di salên dawî de ji aliyê desthilatdariyê ve, nîqaşa sînorkirina nefeqeya xizaniyê ya piştî destberdanê tê dayîn, hat rojevê û hîna jî nîqaşên wê di rojevê de cihê xwe diparêze. Nîqaşên li ser mafê nefeqeyê tê kirin, bi agahiyên şaş û kêm yên tên kirin, nêrîna li hember jinê jî diguhere. Rêxistinên jinan bertek nîşanê vê didin û diyar dikin ku piştî van nîqaşan, nêzîkatiyeke ku pêşî li jiyana jinê digire ye. Her wiha destberdanê ji bo jinan zehmet dike. Mekanîzmayeke ku nefeqeya nayê dayîn, kontrol bike tune û ev jî di mijara nedayîna nefeqeyê de cesaretê diafirîne.
 
Jina bi navê Ayfer Yavuz li taxa Baglum a Keçîoren a Enqereyê dijî. 6 sale dest jê berdaye lê nefeqeya hatiye girêdan jî nikare bigire. Ayfer ku beriya pandemiyê diçû karê paqijiya malan, piştî pandemiyê kar jî ji dest çû. Ayfer ji bo kar tevî ku serî li gelek saziyan da jî bersivek negirt.
 
‘Nefeqeya divê bê dayîn, nayê razandin’
 
Ayfer 43 salî ye dayika 4 zarokan e. Di temenê biçûk de hatiye zewicandin. Ayfer di 27 sal zewaca xwe de gelek tişt jiya û got di cejnekê de fêr dibe ku hevjînê wê xaniyê ku tê de firotiye. Ayferê wiha got: “Roja 4’emîn a cejnê bû. Jinek ciwan û mêrekî kal hatin ber derî. Min got belkî cîran in. Jinikê got bavê min ji Hatayê hatiye em dikarin xanî bibînin. Min got bawer im hûn şaş hatine. Got ‘na me ev xanî ji hevjînê te girtiye’. Ez li hevjînê xwe geriyam û min fêr kir ku xanî firotiye bi jineke din re çûye.”
 
Ayfer diyar dike ku ji wê rojê şûnde bi tena serê xwe têdikoşe û got mêrê dest jê berdaye ne li zarokên xwe digere û ne jî nefeqeyê dide. Ayferê bi lêv kir ku tevî her tiştî deynê krediyê jî ji wan re hiştiye û çûye.
 
‘Beriya pandemiyê diçûm paqijiya malan’
 
Ayferê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Ez beriya pandemiyê diçûm paqijiya malan. Lê piştî vê ew jî çû. Tu hatineke min tune. Xwişk û bira, malbata min li me dinêrin. Dewlet ji bo jinên di rewşa wisa de tu alîkariyê nade. Min serî li gelek cihî da lê hat redkirin. Bersiv nedan. Ez nikarim lêçûna perwerdeya zarokên xwe jî peyda bikim. Kurê min bi zor birin leşkeriyê ji ber vê tu hatineke me tune.”
 
Ayferê ev bang kir: “Min serî li gelek saziyên dewleta tirk da lê tu piştgirî nedan. Ez ji xwişk û birayên xwe yên kurd alîkariyê dipêm. Min tenê nehêlin.”