‘Projeya Newroz, pênasekirina nasnameya min e’

  • 09:06 18 Çile 2021
  • Jiyan
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Sêwirînera Modelan Kamla Hiso ya ji bajarê Qamişlo ye û koçberî Elmanyayê bûye li welatê Almaniyayê li koçberiyê jî li pey xwnên xwe çûye û xwestiye ku bibe dîzanyera modelan û projeyên ku nasnameya wê ya kurdî nişan didin pêş xistiye.  
 
Ger ku hêvî hebe, sed sal derbas bibe jî wê jin xewna xwe pêk bînin û ji derdorê re nîşan bidin. Jinên ku li pey pêkanîna xeyalên xwe ne, tu carî bê hêvî namînin. Di kêliyên bendewariyê de, asoyên hûnera xwe pêşdixinku bikarirbin berhemên pir xweş û dewlemend derbixin holê. Di nava civaka Rojhilata Navîn de gelek jin ji ber hişmendiya mêr û adetên civakî, dest ji pêkanîna xewin û daxwazên xwe kirin. Lê hindek jinan jî ruxmî zehmetiyên ku pê re rû bi rû man, xewnên xwe pêk anîn. Yek ji van jinan jî Kamala Hiso ya ku xwna wê ew bû modelên kincên kurdî xêz bike û ji cihanê re ragihîne ye.  
 
Kamla Hiso ya 19 salî ku bi eslê xwe ji bajarê Qamişlo yê Herêma Cizîrê ye, di 14 saliya xwe de, tevî malbata xwe koçî welatên Ewropayê bûne û li Almaniyayê bi cih bûne. Kamala diyar kir ku hîna ji biçûkantiya wê de xweneke wê hebûye lê rastiya ku herêm tê de bû derfet nedayiyê û piştî ku koç kiriye jî li pey xwna xwe çûye. Kamala dibêje ku derketina derveyî welat ew ji daxwazên wê dûr nekiriye û got, "Ger ku mirov bixwaze mirov dikare li her derê xwenên xwe pêk bîne. Koçberî ne dawiya her tiştî ye."
 
'Min li Akademiya Sêwirîna Modelan xwend'
 
Kamla da zanîn ku wê ji zaroktiyê de dixwest bibe Sêwirnera modelan û wiha dom kir: "Dema ku ez zarok bûm, her min di xeyalên xwe de cil çêdikirin û di çawaniya çêkirina wê de dihizirîm.  Xewna min ew bû ku ez bibim Sêwirnanera modelên kincan û di serî de kincên kurdî. Bê guman ev tişt ji bo  min ne nû bû, ji ber ku dayik û bavên min jî karê dirûtinê dikirin. Ez her li cem wan bûm, min hemû wextê xwe ji wan re veqetan, bê bi çi rengî cil û bergan çêdikin. Min dixwest ez jî wekî wan bim û cil û bergan bidirûm. Ez di 14 saliya xwe de, tevî malbata xwe çûm Almaniyayê, ji bo wê min dît ku fersendeke ku bikaribim daxwaza xwe pêk bînim. Ji ber wê min li  akademiyeke taybet ya Sêwirna modelan xwend."
 
'Bi berhemên xwe beşdarî gelek pêşengehan bûm'
 
Kamla da xuyakirin ku bi berhemên xwe beşdarî gelek pêşengehan bûye û wiha domand: "Min gelek berhemên xwe di pêşengeha li akademiya ku min lê dixwend, pêşkêş dikirin. Li herêma ku lê bûm jî, ez beşdarî gelek pêşengehên nîgarkêşiyê bûm. Lê tevî vê yekê jî, min pir dixwest ku tiştekî taybet yê min hebe. Xewin û mebesta min ya ku beriya ez bikevim 18 saliya xwe de ew bû ku pêşandana modelan û pêşengeheke taybet ya nîgarên xwe, vekim."
 
'Min di yekem projeya xwe de nave ’Newroz’ hilbijart'
 
Kamla got ku wê xwestiye di yekem projeya xwe de navekî ku nasnameya wê ya Kurdî û hûnera wê nîşan bide, hilbijêre û wiha pê de çû: "Di yekem projeya ku min dixwest li ser bixebitim, min xwest ku li aliyekî nasnameya min ya kurdî xuya bibe û hûnera xwe nîşan bidim. Ji ber wê piştî fikirandin û lêkolînan min navê’Newroz’ wekî mijareke ji bo koma modelan hilbijart. Li ser vê mijarê gelek kar hene ku ez bikim, ya din jî ji ber ez di vê rojê de ji dayik bûme, min di her warî de ev nav guncaw dît. Min xwest ku li ser projeya xwe baş bixebitim. Piştî ku min nav hilbijart, min pilan dikir ku ez çi bikim û çend parçeyan çêbikim. Piştî wê min biryar da ku ez 21 parçeyan çêbikim, ji ber ku roja Newrozê dikeve 21'ê Adarê wê giranî û wateyeke wê ya pir xweş hebe. Min 21 parçe çêkirine, 12 ji sêwirînên xwe,  6 cil û bergên Kurdî, 3 yên jinan, 3 jî ji bo xortan bû û 2 jî ji bo zarokan bûn."
 
'Min bi tenê nîşandanek û pêşengeheke nîgaran çêkir' 
 
Kamla behsa pêşandan berhmên xwe li ser 3 beşan kir û ev tişt got: "Ji bo berhmên min yên cil û bergên kurdî, min pêşandana xwe li ser 3 beşan pêşkêş kir. Min amadekariya wê qedand û salonek veqetand, min kart çap kirin û danasîna pêşandanê jî çêkir. Ji bilî pêşandanê, min pêşengehek taybet a bi nîgaran li heman cihî çêkir.  Amadekariyên ku min kirin û min xwest wan pêk bînim min bi qasî 10 mehan dirêj kir. Bê guman li kêleka xwendina xwe, min hemû amadekarî bi tena xwe dikir, bi şev û roj dixebitîm. Bi vî rengî beriya heftiyekê, ez gihiştim armancên xwe û min xwena xwe pêk anî. Ev jî bi alîkarî û piştgiriya malbat, heval û mirovên li derodra min bû."
 
'Ji ber pandemiya korona projeya me rawestiya'
 
Kamla da zanîn ku di pêşerojê de gelek projeyên wê yên ku dixwaze pêşkêş bike hene û wiha bi bîr xist: "Ez û hevaleke xwe ji sala borî de li ser projeyek pêşengeha modelên hevpar dixebitin. Bê guman vê carê dê ji pêşengeha yekem mezintir be, ji ber ku şîrketa li herêmê wê piştgirî zêdetir bida. Lê ji ber pandemiya koronayê, ev pêşengeh hate rawestandin. Ji ber me li ser erdê ev proje û sêwirînên xwe nîşan nedan, em nikarin niha li ser înternêtê jî parve bikin."
 
'Pêwîst e ku kurd piştgiriyê bidin xebatên jinan'
 
Kamla bang li jinan kir ku derfetan ava bikin, xewnên xwe pêk bînin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Bala ewropayiyan jî kişandin. Di vî alî de gelek piştgirî dan min, ji ber ku armanca min ya destpêkê û dawî nîşandina hûnera kurdî bû. Ez ê bixebitim ku civaka Ewropî û Almanî asta jinên kurd gihîştinê nas bikin û jê hez bikin."