Jin bi keda hevpar ku didin karên xwe jî hêsan dikin

  • 09:07 29 Kanûn 2020
  • Jiyan
WAN - Li Taxa Xaçortê jinên ku derdikevin ser baniyan, ji alîyekî kêfxweşiya tava zivistanê dijîn û ji alîyekî de jî bi awayê kolektîf karên xwe yên rojane dikin. 
 
Li Wanê tevî ku demsal ziivistan e û berf jî dibare, li Taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê jin, li ser avahîyan kêfxweşiya tava zivistanê dijîn û li aliyekî jî bi xebateke kolektif barê xwe yên kar sivik dikin. jinên ku debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin û ji bo vê jî diçin zozanan, bi hatina demsala zivistanê re vedigerin malên xwe yên navenda bajar. Jinên ku piranîya ji ber polîtîkayên dewletê ji salên 90’î de nêçar mane bihên li bajaran bi cih bibin, havînê li zozanan û zivistanê jî li bajar jiyana xwe berdewam dikin.  
 
Sohbeta xweş vediguhure keda koolektîf
 
Di van rojên sar ên zivistanê de û tevî qedexeyên pandemîyê, ji van jinên ku naxwazin di mal de hepis bibin yek jê jî Nafîye Yoldaş e ku derdikeve ser xanîyê xwe û ji hiriya mîhan teşiyê dirêse. Cînara wê Nîharî Oral jî gava ku çav li wê dikeve ji bo demborandinê û sohbetê tê cem wê. Jinên ku em di kêlîya sohbetek xweş û kûr de rastî wan hatin, qala cîrokên xwe yên ku ew li xaçortê anîne  ba hev dikin. 
 
‘Hemû roja me bi pez re derbas dibû’
 
Nîharî ji Gundê Alakanê yê Navçeya Şaxê ya Navenda Wanê ye û ji salên 90’î de koçê taxa Xaçortê kiriye. Nîharî axîneke kur dikşîne û dest bi çîroka xwe dike. Nîhriyê ya ku ji me ra qala xweşikbûna zozanên xwe dike van gotinan lê zêde dike. “ Ew waxt bi sedan mihên me hebûn. Lê niha herî zêde tenê 40 mihên min hene. Em bi dehan jin bûn û me nizanibû em ê wî şîrê ku me didot çawa bikin. Hemû jiyana me bi xwedîkirina heywanan re û çêkirina penêr, rûn, toraq û mast re derbas dibû. Niha qed tu tişt mîna berê zaf û bi berket nîne.” 
 
‘Em bi alîkariyê karên herî giran jî sivik dikin’
 
Nîhare dibêje ku bi hatina pandemîyê re êdî li bajar cihê lê maînê nîne û ew jî tenê 4 mehên zivistanê dikare li taxa ku lê ye bimîne. Nîhareyê axaftina xwe bi van gotinan didomîne: “ Ez ji jiyana gund hez dikim. Li vir jî gava ku ez derfetê dibinim bangî cînaran dikim û wan tînim ba hev. Em di karên giran de alîkariye didin hev û bi vî awayî barê me jî sivik dibe û karê me jî zû diqede. Em bi hirîya ku amade dikin ji bo zivistanê goreyên ji rîs û werîsan çê dikin.”
 
‘Ez jî alîkarîyê didim karê Nîhareyê’ 
 
Nafîye jî ji mere qala cîroka xwe dike û dibêje wan jî di salên 90’î de ji Zozanê Nordîz ê girêdayî navçeya Payîzavayê koçî taxa Xaçortê kirine. Nafîye ya ku di temenekî picûk de bi zorê wek hêwî dane zewicandin ji me re wiha bahsa xwe kir: “ Van rojan berf li ser hev dibare. Lê anika hinek tav heye , ez jî ji bo ku hiriyê paqij bikim derketim ser xanî. Mala wê ava Nîharî jî hate alîkarîya min. Gava ku karê wê hebe ez jî alîkarîyê didim wê.”
 
Piştî axaftina ku bi me re kirin jin vegerîyan karên xwe û di navbera xwe de sohbeta xwe berdewam kirin.