'Em ê çanda xwarinên xwe yên gelêrî biparêzin'

  • 09:03 27 Kanûn 2020
  • Jiyan
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Xwarina çîk xwarineke gelêrî ye û di çanda Efrîniyan de bi nav û deng e. Ev xwarin ji savar û şînkahiyê tê çêkirin. Melek Mihemed a ku kevneşopiya çêkirina xwarina çîk dewam dike diyar kir ku çêkirina xwarina çîkê wan gelekî bextewar dike û got ew ê vê çandê bidomînin. 
 
Her herêmek bi çanda xwe ya gelêrî tê nasîn û yên ku parastina vê çandê jî dikin dîsa jin in. Gelek xwarinên mîna kutilk, mehîr, savar û hwd. di mutbexa kurdan de xwedî girîginyeke mezin e. Jinan çanda xwe ya resen diparast û zarokên xwe jî li ser xwarinên malê mezin dikirin.
 
Li Herêma Efrînê jî xwarineke pir meşhûr heye jê re dibêjin çîk, ev xwarin di herêmê de bi nav û deng e. Çîk xwarineke gelêrî ye, ji savar û şînkahiyan tê çêkirin û ji bo vê xwarinê jî mesrefa bûha hewce nake. Xwarina çîk bi taybet a herêma Rihayê ye, li deverên din jî tê çêkirin û bi tujahiya xwe tê nasîn. Di her malbateke Efrîniyan de ev xwarin tê çêkirin û ji mezinan heyanî biçûkan jê hez dikin. Dayika Melek Mihemed a 45 salî ya ji gundê Heyatê yê navçeya Mabata  li Efrînê ye, bi çêkirina xwarina çîk kevneşopiya xwe didomîne. Bi armanca zindîkirina çandê dixwaze her xwarinên gelêrî fêrî zarokên xwe jî bike. Têkildarî danasîna xwarina çîk Melekê axivî.
 
'Bila çanda me her zindî bimîne'
 
Melekê li ser parastina dayikan a ji bo çanda kevnar bi lêv kir ku ew van xwarinên çêdikin çanda gelêrî diparêzin û wiha pê de çû: "Her herêmek xwarineke wê ya cuda heye, xwarina me jî ya meşhûr jê re dibêjin çîk. Ev xwarin gelêrî ye û ji her çend rojan em ji malbata xwe re çêdikin. Di dema dayik û dapîrên me de dihate çêkirin û di roja îro de em jî vê çandê diparêzin û vê xwarinê çêdikin. Xwarina çîk xwarineke pir xweş e. Ez dixwazim ku zarokên min jî fêrî çêkirina vê xwarinê bibin, da ku çanda me her zindî bimîne."
 
'Em ê çanda xwarinên xwe yên gelêrî biparêzin'
 
Melekê bal kişand ser rêbazên çêkirina xwarina çîk û wiha got: "Xwarina çîk ji savar, pîvaz, firingî û îsotan çêdibe. Ev hemû made jî di malê de tê peydakirin û misrefeke kêm lê diçe. Di destpêkê de em savar dikelînin, paşê zebzeyên xwe tevlî savarê dikin. Pêwîst e çîk baş bê sitirandin, heta ku amade bibe. Heta ku em dijîn em ê çanda xwarinên xwe yên gelêrî biparêzin."