Ji ber berfê rêyên 57 gundên Colemêrgê hatin hatin girtin

  • 14:12 24 Kanûn 2020
  • Jiyan
COLEMÊRG - Ji ber barîna berfê li Colemêrgê rêyên 57 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin.
 
Li Colemêrg û navçeyên wê barîna berfa ku rojek berê dest pê kir, didome. Li deverên bilind ê bajar berf ji 30 santîmetreyî derbas bûye û rêyên 57 gundan ji çûn û hatinê re hatine girtin. Ji bo vekirina rê xebat hatin destpêkirin.