'Polîs dibin sedema gengeşiyê'

  • 09:04 7 Kanûn 2020
  • Jiyan
COLEMÊRG - Şêniyên Geverê nerazîbûn nîşanî VEDAŞ'a ku li gel polîsan bi ser taxa wan de girt 4 kes birîndar kirin  dan. Jinên li van taxan rûdinên  gotin, "Li gel polîsan bi ser taxa me de digirin û gengeşiyê derdixin û li zarok û ciwanên me didin."
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê li taxa Ormanê di 2'yê Kanînê de bi îdaya ku şêniyên taxê ceryanê qaçax bi kar tînin Saziya Belavkariya Ceryanê (VEDAŞ) li gel polîsan bi ser taxê de girtibûn, saetên li dîrekên ceryanê daxistibûn, ceryan ji ser taxê qut kiribûn û cezayê pere li şêniyên taxê birîbûn. Şêniyên taxê ji ber ku pereyekî zêde li faturayên wan hatin nivîsandin bertek nîşanî VEDAŞ'ê dan. Polîsan êrîşî şêniyên ku bertek nîan dan kirin. Di encama êrîşê de 4 şêniyên taxê hatin birîndarkirin. Şêniyên ku polîsan êrîşî wan kirin, diyar kirin ku hercar bi ser taxê de digirin û her cara tên jî cezayê pere li wan dibirin.
  
'Nehwece ye ku VEDAŞ li gel xwe polîsan bîne'
 
Ji şêniyên taxê Pakîze Işik, diyar kir ku VEDAŞ tenê ne carekê her car li gel polîsan bi ser taxa wan de digire û got," VEDAŞ  her cara ku tê taxê 5,6 hezar TL ceza dibire. Hewce nake ku li gel polîsan bên bila bên gel me em ê bi wan re alîkar bibin. Bila kesên ku ceryanê qaçax bi kar tînin tespît bikin û ceza li wan bibirin.  Ew diz in, diziya xwe jî bi pereyê ji xizana digirin dixwazin veşêrin.  Zarok û ciwanên me vê neheqiyê qebûl nakirin û naxwazin ku bên taxê.  Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî me kirin. Ji ber gaza avêtin jintiya min nexweşa dil e û rewşa wê giran bû.  Em mexdûr in. Niha xaniyê ku em tê de ne jî ne yê me ye û radibin ceza dibirin. Em nikarin vî cezayî bidin ji bo me gelek giran e. Kesekî me yê xebatê tune ye û hevjînê min 5 caran ji dilê xwe anjiyo bûye."
 
'Me aciz dikin û gengêşiyê derdixin'
 
 Semra Işik jî got ku bi wesayitên zirxî tên taxê, bi gaza îsotê êrîşê dikin û wiha berdewam kir, "Tu çeka me tune ye çima polîs bi çekê êrîşî me dikin. Bila binêrin ger ku qaçax ceryan hatiye bikaranîn bila abonetiyên me îptal bikin. Lê bila bi çekê neyên taxê me aciz dikin û gengêşiyê derdixin. Li gel her xebatkarekî VEDAŞ'ê 10 polîs hene. Zarokên biçûk ji ber bîhna gazê bê nefes dimînin. "
 
'Wekî roja qiyametê bû'
 
Esmer Aşkan a ku bi guleya polîsan a plastîk birîndar bû jî ev tişt got, "Dama ku VEDAŞ'î hatin taxê em hemû derketin derve. Ji bo ku di nav wan û zarokên me de gengêşî dernekeve em çûn lê me çi dît ne tenê panzerek 20 panzer polîs ketibûn taxê. Tenê tişta min dît polîsan êrîşî me kir. Bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrîş kirin. Wekî roja qiyametê bû. Guleya plastîk li piyê min jî ket û tiyê min jî sutiyê wî di nava  xwînê de mabû em nizanin bi çi bîrdar kiribûn. Wekî roja qiyametê bû.  Ez bi xwe jî nexweşa astimê me. Du ciwanan min ji erdê rakirin. Bila vê zilmê li me nekin. Her cara ku tên heqaretê li me dikin. Bila vê li me nekin. Ev zilm e û em qebûl nakin."