Ji torbeyên komirê kevir derketin

  • 10:24 22 Mijdar 2020
  • Jiyan
COLEMÊRG - Li Gevera ku çile lê dirêj didome SYDV'ê  "30 torbe komir" hin malbatan. Xiyal Bor derbarê komira hat belavkirin de got, "Tenê 30 torbe komir dane me û ew jî ne komir kevir e. Em hemûyî komî ser hev bikin tenê torbak komir wê derkeve."
 
Li Gevera Colemêrgê li taxa Ormanê, ji aliyê, Weqfa Alîkarî û piştevaniya civakî (SYDV) a girêdayî Walîtiya Colemêrgê ve li hin malbatan komir hat belavkirin. Malbatên ku komir girtin diyar kirin ku di torbeyên komirê de kevir hene. 
 
Di bedêla komirê de kevir derketin
 
Ji nişteciha Taxa Ormanê Xiyal Bor a ku komir girt diyar kir ku ji torbeyan di bedêla komirê de kevir derketine û ev tişt got, "Ji ber ku rewşa me ya aborî destûrê nade em ne dikarin ji bo xwe êzing û ne jî komirê bikirin.  Ji torbeyên dewletê ku li ser navê alîkariya sotemeniyê tên dayîn jî ne komir kevir derdikevin. Li vêderê çile 6 mehan berdewam dike. Tenê 30 torbe komir dane me û ew jî hemû kevirin ger ku em hemû torbeyan komî ser hev bikin wê tenê torbeyek komir jê derkeve.  Tenê lawekî min dixebite û yên din di girtîgehê de ne. Lawê min ê dixebite jî 3 zarokên wî hene. Bi mûçeyê digire hem hewl dide me xwedî bike û hem jî zarokên xwe. Bi vî pereyî em tenê dikarin lêpûna xurekê bidin. Ger ku aboriya me destûr bida wê banê xaniyê me hebûna û wê ne kon bûna. Em ne dikarin komira dane me bişewitînin û ne jî ji bo xwe sotemenî bikirin. Em li Gevera ku çile lê dijwar derbas dibe li ber sermayê man."
 
'Bîhna wê gelek xirab e'
 
Semra Işik jî berteka xwe wiha anî ziman, "30 torbe komir têra 6 meh çile nake. Em rojê nêzî 2 torbe komir dişewitînin. 30 torbe komira ku dewletê daye me têra me nake.  Sala borî jî komira ku dabûn me hemû kevir bû û me avêt. Hevjînê min heta havîne ji bo ku pereyê komir û êzingên me kirîn xebitî. Vê salê jî komira ku dane tenê dûmana wê û bîhneke wê ya xirab heye. Em sobê tijî dikin lê sobe jî pê germ nabe."
 
'Em zivistanê tên mexdûrkirin'
 
Halîme Bor jî wiha got, "Dewlet 30 torbe komir dide lê têra me nake û em orta zivistanê mexdûr dibin. Jixwe komira dide jî ji ber ku kevir e germ jî nake. Tenê bîhnê û dûmanê belav dike. Em dibêjin aboriya me destûr nade ku em ji xwe re komirê bikirin bila komira baş bidin me."