'Dibistana Dayika Uweyş ji bo zarokên Jinwar cihekî pîroz e'

  • 09:01 22 Mijdar 2020
  • Jiyan
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Dibistana Dayika Uweyş ji bo pêşxistin û fêrkirina zarokên gundê Jinwar hatiye avakirin. Mamosteyên gundê Jinwarê gotin: "Dibistana Dayika Uweyş ji bo xwendevanan cihek pîroz e. Li vir zarok hînî ziman, çand, hebûn û exlaqê dibin."
 
Gundê Jinwar bersiva herî guncaw ji tundiyê re ye. Di 25'ê mijdara 2018'an de gundê Jinwar bi merasîmekê hate vekirin. Di gundê Jinwarê de akademî, nexweşxane, firoşgeh, navendek dermanên xwezayî, werşeyên dirûtinê û dibistanek ji bo fêrkirina zarokan hatiye avakirin. Girêdayî dibistana Dayika Uweyş Mamosteyên dibistana Jinwar ji ajansa me re axivîn.
 
'Zarokên gundê Jinwarê zirekin'
 
Mamosteya zimanê kurdî Cîhan Ehmed teqez kir ku dibistana Dayika Uweyş ji bo fêrkirin û perwerdekirina zarokan e û wiha got: "Di dibistana dayika Uweyş de  3 mamoste, 3 pol û 8 zarok hene û ji pêkhateyên kurd û ereb in. Ev dibistan ji bo fêkirina zarokan ji zimanê dayikê re hatiye vekirin. Pêkhateyên kurd bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin û pêkhateyên ereb jî bi zimanê xwe yê dayikê fêr dibin. Zarokên gundê Jinwarê zîrek in."
 
Cîhan di dewama gotina xwe diyar kir ku gundê Jinwarê bi fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye ava kirin û wiha domand: "Gundê Jinwarê di sala 2018'an de bi fikrê Rêber Apo û hemû deskeftiyên jinan hate avakirin. Jinê jî ji bo bersiv bide cureyên tundiyê, di gundê Jinwarê de xwe bi rêxistin kir. Dibistana me bi navê dayika Rêber Apo, dayika Uweyş hatiye avakirin. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo tevahî jinan dibistan û behr e."
 
'Mirov bi çand û zimanê xwe heye'
 
Mamosteya zimanê Erebî Edûla Ibrahim da zanîn ku di Dibistana Dayika Uweyş de her pêkhate bi zimanê xwe dixwînin û wiha pê de çû: "Pergala dibistana me pir rengiye û her pêkhate bi çand û zimanê xwe xwendina xwe didomîn e. Dema mirov bi zimanê xwe dixwîne, bi pêş dikeve û dîroka xwe nêztir nasdike. Ji ber mirov bi çand û zimanê xwe heye. Dibistana Dayika Uweyş ji bo xwendevanan cihek pîroz e, ji ber divê dibistanê de hînî ziman, çand, hebûn û exlaqê dibin. Zimanê me hebûna me ye û ji bo ziman û çand gelek bedelên giran hatine dayîn, her wiha ev yek xewin û xeyalên dapîrên me bû. Em ê xwedî li zimanê dayikê derkevin."
Hêjaye bîrxistinê ye ku rojane 8'ê siharê zarokên Jinwar berê xwe didin dibistana Dayika Uweyş û heya seat 12'an de fêrî zimanê xwe dibin. Roja în û şemî jî rojên betlanê ye."