Gîhaya wekî antîbîyotîkê: Pûng

  • 09:02 8 Mijdar 2020
  • Jiyan
AMED - Pûnga ku ji bo gelek nexweşiyan xwedî şîfayeke girîng e di heman demê de ji girtina sermayê û ji kezeba reş jî derman e. 
 
Pûng gîhayeke çolê ye û bi bîhn e. Ev nebata ku bihneke xweş dide bi piranî li cihên bi av mezin dibin. Her wiha pûng wek naneya çolî jî tê zanîn. Pûng hem hişkkirî hem jî bi şînahî tê bikaranîn. Ji bo aromayên cûr bi cûr xwarinên wekî şorbe, mast û pêşxwarinan de tê bikaranîn. Di heman demê de taybetmendiya pûngê ya herî girîng ew e ku ji bo sermagirtinê wek derman e. Ev nebata şîfayî  ku ji gelek nexweşî û ji bo tendûristiya mirovan wek antîbîyotîkê ye, di serdema biharê de li cihên kêleka newalan de şîn dibin û heya serdema payîzê em dikarin rastî wê werin.
 
Leylan Karakeçî ku li Lîcê ligel jinan nebatên şîfahî berhev dike, bi jinan re gelek cûreyên nebatan hişk dikin û di Kooperatîfa Jinan a Lîcê de firotina wan dikin. Leylan li ser nebata pûngê axivî û diyar kir ku pûng ji bo nexweşîyên zivistanê û tendurîstiyê wek antîbîyotîkê ye.
 
‘Pûng divê li ber siyê bê hişkkirin’
 
Leylanê bal kişand ser pûngê û anî ziman ku pûng ji bo sermagirtinê wek antîbîyotîkê ye û got: “Dema ku pûng kulîlkên xwe  vekirin em wan berhev dikin. Pêşî dişon û paqij dikin. Piştre hişk dikin. Lê taybetmendiya hişkkirinê ya pungê ew e ku divê li ber siyê bê hişkkirin. Ji ber ku heke li ber tavê bê hişkirin reş dibe.”
 
‘Wek antîbîyotîkê ye’
 
Leylanê diyar kir ku pûng gihayek gelek kevnar e û feydeyên wê pir hen in. Leylan got : “Em ji berê de jî pûng her tim bi kar dianî. Bi taybetî jî zivistanê  ji bo nexweşiyan me wek derman bi kar dianî. ji berê de gava me di zarokatiya xwe de serma digirt wê demê dapîrên me pûng dikelandin û didan me. Wê çaxê ewqas nediketin pey taybetmendiyên wê lê me dizaniya ku nebatek ji bo şîfayê ye. Gelek feydeyên pûngê hen in em dikarin bêjin ku wek antîbiyotîkê ye.  Em çaya wê çêdikin. Ji sermagirtinê re, ji qirikê re baş tê. Her wiha kezeba reş û pişikê re jî baş tê. Bi piranî dema çaya pûngê çêdikin hingiv û lîmon jî dixin nav. Her wiha di biharê de dema ku hê pûng şîn in, ji bo mehîrê jî bi kar tînin.”
 
‘Bala li ser pûngê zêde ye’
 
Leylanê di berdewamiya axaftina xwe de got bala li ser pûngê gelek zêde ye û ev tişt bi lêv kir: “Me wek kooperatifê pûng berhev kirin û dan firotin. Li ser wê gelek daxwaz çêbûn. Me şand bajarên din jî. Pûnga ku me kom kiribû hemû me firot û têrî nekir. Lewra em ji bo topkirinê çûn cihên dûr.  Li wir jî kom kir û ji bo sîparîşan amade kir.”
 
Leylanê di dawiya axaftina xwe de mînakên kesên ku li der dora wan pûng bi kar anîye da û diyar kir ku gelek kesên ku bi nexweşiya sermayê û bi Vîrûsa Koronayê ketibûn, piştî ku pûng bi kar anîne di demek nêz de tenduristiya wan baş bûye.