Bi hinceta mala wan dûr e şaredarî avê nade wan

  • 09:05 31 Cotmeh 2020
  • Jiyan
Medya Uren
 
MÊRDÎN –Adile Zengin a ku ev 4 sal e li heman malê dimîne bi hênceta ku ji navçeyê dur e ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve bê av tê hêştin. Adlîyeya ku dibêje ew pirsgirêka av û ceyranê dijîn, xwest ku şaredaredarî bersivê bide daxwaznameyên wê.
 
Adîle Zengîn a ku mala wê li taxa Tûmik a Jêr a girêdayî navçeya Qoserê ye û 4 sal in bi hênceta ku mala wan ji navçeyê dûr e şaredarî wan bê av dihêle. Adîle û malbata xwe ku bi karê çandininî û sewlkariyê debara xwe dikin diyar kir ku ew 4 sal in ji bo Daîreya Av û Serbê (MARSU) ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ye daxwazname dinîvîsin, lê şaredarî hertim bi hinceta ku xanî ji kolanê dûr e û nikarin boriyan heta mala wan raxînin vê daxwaza wan red dike.  
Adîleya bertek nîşanî helwesta şaredariyê da û got ku bi salan e bi derfetên xwe pirsgirêkên xwe yên av û ceryanê çareser dikin. 
 
‘Em ji hewaya bajêr aciz bûn’
 
Adîleyê diyar kir ku ew hatine mexdûrkirin û wiha berdewam kir. “Em demek dirêj li bajêr ma. Em ji hewaya wê û pirsgirêkên wê aciz bûn. ji ber wê me berê xwe da xwezayê. Me li vir dest bi karê cotkarî û sewlkariyê kir. Li  vê derê 4 salên me qediyan û em hîna jî pirsgirêka av û ceyranê dijîn. Me bi dehan caran serî DADAŞ û MARSU'yê da. Lê mixabin bi hinceta ku mala ji ceedeyê dur e ne av ne ji ceyranê didin malê. Li ser vê mijarê me xwest em bi walî re biaxivin. Lê ji me re gotin hûn nikarin pê re hevdîtinê bikin divê hûn randevuyê bigirin. Ev mehek û nîv e  em li benda ku em randevuyê igirin e.”
 
‘Bila şaredarî karê xwe bike’
 
Adîleyê bertek nîşanî helwesta rayedaran da û wiha got: “Bi salane em di vî xaniyî de ne û ne av û ne jî ceryan lê heye. Bi dehan sewalên me yên em xwedî dikin hene. Bi dehan sewlên me ji ber vê rewşê mirine. Em debara xwe bi xwedîkirina sewalan û bi çandiniyê dikin. Em gelek zahmetî dikişînin. Wisa nameşe. Em avê ji cîranên xwe digirin û pêdiviya mala xwe ya ceryanê jî em ji akuyê digirin. Dibêjin em xizmetê didin. Lê 4 sal in me tu xizmeta wan nedîtiye. Me çi fam kir ji xizmeta wan. Em nêzî navendê ne. Gundên ku ji navendê durin jî ji wê xizmetê sudê digirin. Lê mixabin ka sedem çi ye em nizanin. Lê bi hinceta durbunê ceyran û avê nadin me. Ma derfetên şaredariyê nîne ku du boriyan bikişîne. Divê şaredarî û walî karê xwe bikin.  Em çareseriyê dixwazin.”
 
‘Em çareseriyê dixwazin’
 
Adîleya pirsgirêkên dijî parvekirin daxwazên xwe wiha rêz dike: “Em dixwazin ev daxwazên me werin cih. Em jî ferdên vê civakê ne û mafê me yê ku xizmet ji me re jî bê dayîn heye.  Şaredarî her roj derbarê xizmetê de li ser medyaya civakî reklama xwe dike. Gelo ji kê re. Çima me ne dît. Nêzê me mizgeft heye. Şaredariyê heta wir av û ceyran kişandiye. Mala me ji kîlometreyek ji cedeyê dur e. Divê boriya bikişînin heta mala me jî û pirsgirêkên me çareser bikin. .”