Jin bi qirş û qalên kom dikin zivistanê derbas dikin

  • 09:02 23 Cotmeh 2020
  • Jiyan
MÊRDÎN - Li geliyê Ava Spî ji ber ku  zivistan dijwar derbas dibe, jin ji niha ve amadekariyê dikin. Jinên ku amadekariya zivistanê dikin,  qirş û qalên kom dikin ji bo zivistanê hiltînin. 
 
Piştî ku havîn bi dawî dibe jin ji bo zivistanê dikevin tevgerê.  Her herêmek li gorî xwezaya herêma xwe dest bi amadekariyên zivstanê dike. Hinek bi fekî û sebzeyê ku hişk dikin, hinek ji wan bi turşû, bastîq û konserveyên ku çêdikin amadekariya zivistanê dikin. Li gel van hemû amadekariyan  pirsgirêkeke din a zivistnê jî ya sotemeniyê ye .Ji bo vê jî bi taybetî li gundan jin dikevin tevgerê û qirş û qalên kom dikin ji bo zivistanê hiltînin. Xecê Yidirim derbarê mijarê de ji me re nirxandin kir. 
 
‘Xebatên me bi rojan didomin’
 
Xecê Yildirim li geliyê Ava Spî xwedî xwaringeh e û di heman demê de darên spîndaran diçîne. Xecê têkildarê xebata xwe ya çandina daran de wiha got: “Em hertim spîndaran diçînin. Piştî 6 - 7 salên wan diqedin jî ji ber ku êdî nema mezin dibin em dibirin û li şûna wan ji nû de daran diçînin. Ev bi awayê sîtematîk tê kirin. Em zivistana xwe bi van daran û qirş û qanên ji wan dikin derbas dikein. Em vî karî jî di vê demê de dikin. Piştî ku em karê xwe diqedînin jî em ji nû de dest bi çandina şitlên wan dikin. Ev xebata me bi rojan berdewam dike.”
 
‘Keda mezin jin didin’
 
Xecê wiha berdewam kir: “Jin di hemû karan de kedek mezin didin. Ev karê ku niha ez bahsê dikim jî dibe ku ji derve de gelek hêsan bê dîtin lê ne wiha ye. Em qirşû qalên ji van daran yek bi yek kom dikin. Gelek mirov jî bi firotina wan debara xwe dikin. Lê ji ber ku zivistanên me dijware em bi xwe bi kar tînin. Niha hûn li kesên vî karî dikin mêze bikin hûn ê bibînin ku piraniya wan jin in. Em van qirş û qalan kom dikin, li pişta xwe dikin û dibin malê. Em wan hem ji bo pêjandina nan û hem jî zivistanê ji bo xwe bi wan germ bikin diavêjin sobeyê. Ev qirş û qal bi her awayî bi kêrî me tê."